Çelîk: Emê şopdarên pêvajoyê bin

Çelîk: Emê şopdarên pêvajoyê bin

Parlametnerê BDP’ê yê Muşê Demîr Çelîk da zanîn PKK ji berê de digot bi çekan çarerî ne pêkane û got ev gotina PKK’ê ji aliyê destilatdariyê ve hat piştguhkirin. Çelîk destnîşan kir ku ew wek BDP, KCD û HDK’ê dê şopdarên vê pêvajoyê bin.

Parlamenter Demîr Çelîk der barê biryara vekişînê ya KCK’ê de jî  ji ANF’ê  re axivî.

Çelîk wiha got: “PKK’ê ji serî de digot biç elan çareseriyeke mayîn de ne pêkane. Lê desthildariya serdest ev piştguh kir.  Ji serê sala 2013’an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re  dest pê kir, xuyayeku encam girtiye ku Konseya KCK’ê biryara vekişînê daye.

Çelîk destnîşan ku vekişîn nayê wateya teslîmiyet an jî qutkirina têkoşînê û got: “Ev yek wê wateya derfeteke bo aştiya bi rumet. Bila ev wisa bê zanîn.”

DIVÊ AKP PRAGMATÎST NÊZ NEBE

Çelîk got ku divê ev hewldan heba nebe û got: “Aştiya ku daxwazeke civakiye, divê mirov bibînin ku êdî ji vê paşve gav nayê avêtin.  Ev pêvajoya ku em niha ketinê û yê paşde gavê bavêje dê wenda bike.  Ji bo vê jî divê AKP êdî pragmatîst tevnegere. Aştiyeke bi rumet ji wijdana serdestan re nayê hiştin. Divê kurd, elewî û hemû bindest tevli pêvajoyê bibin.