Çelîk: Dê pakêt îro neyê aşkerakirin

Çelîk: Dê pakêt îro neyê aşkerakirin

Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Huseyîn Çelîk da xuyakirin ku xebatên li ser "Pakêta Demokratîkbûyînê" dê îro biqedin, lê pakêt dê îro neyê aşkerakirin.

Di dema ku civîna li ser "Pakêta Demokratîkbûyînê" ya li Navenda Giştî ya AKP'ê di bin serokatiya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan dewam dikir de, Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Huseyîn Çelîk li ser hesabê xwe yê twîtterê der barê civînê de daxuyaniyek da.

Çelîk diyar kir ku xebatên li ser pakêtê dewam dike û wê pakêt îro temam bibe û got, "Serokwezîr, dê îro pakêtê ji raya giştî re aşkera neke. Ji bo berhevkirin û redaksiyona metna pakêtê, pêwistî bi demekê heye. Serokwezîrê me dê di rojên pêş de bi bername û civîneke serbixwe, pakêta demokratîkbûyînê pêşkêşî raya giştî bike."