Cegerxwîn Kurdistane, Cegerxwîn dibistane

Cegerxwîn Kurdistane, Cegerxwîn dibistane

Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê ji bo 29’emîn Salvegera dilovaniya helbestvanê navdar yê Kurd Cigerxwîn daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku; “Mamostayê nemir, Xîzaniya gelê Kurd, hawara gelên bindestan bi felsefeya nûjen a sedsala bîstemîn vegotiye.”

Kongreya Civaka Demokratîk KCD ji bo 29’emîn Salvegera dilovaniya helbestvanê navdarê Kurd Cigerxwîn daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya Kongreya Civaka Demokratîk wiha ye: “Ji beriya her tiştî em helbestvanê mezin Cigerxwîn bibîr tînin. Jiyana û serpêhatiya helbestvanê Kurd Cigerxwîn ji bo netewa gelê Kurd û rizgariya gelên bindest wekî dibîstanekêye. Helbestvanê nemir Cigerxwîn li Bakûr ji dayîk bûye, li Rojava bi cîh bûye û li Başûr dengvedaye. Di ciwaniya xwede vegeriyaye Amedê,di medreseyan de xwendiye. Bi zimanê xwe xwe perwerde kiriye, wêje û rizgariya gelê Kurd wekî hev dîtiye. Hebûn û rizgariya gelê Kurd bi rista helbestên xwe ji bo cîhanê qêriyaye.

RUREŞIYA CÎHANÊ ANIYE ZIMAN

Xêzanî ya gelê Kurd, hawara gelên bindest bi felsefeya nûjen a sedsala 20’emîn vegotiye. Bingehê hemû helbestên helbestvanê mezin hebûna xwe ji jiyana gelê Kurd girtiye. Ji ber vê jî ne tenê xîzaniya gelê Kurd aniye ziman, di heman demê de rêya rizgariyê jî nîşanî Kurdan kiriye. Bi xwe tevlî nava gelek serhildan û dinava rêxistinên serhildêr de cihê xwe girtiye.

JI BO NIFŞÊN NÛ BÛYE ÎLHAM

Mamosta û helbestvanê nemir bi van hest û helwesta xwe kariye ji bo nifşên nû bibe bingehê îlhamê. Cigerxwîn ji bo me Kurdan mamosta, rêber û wekî dibîstanek ya zimanê Kurdî bû.

Heya îro sîstemên desthilatdar rê nadin ku gelê Kurd bi rihetî bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde bibin. Lê pêwîste em jî wekî mamostayê mezin bêjin; “ Emin, Em Kurdin” li her cihî dest bi perwerdeya xweya zimanê dayîkê bikîn.

Ji bona vê, tenê em jiyana hostayê mezin Cigerxwîn bi bîr bînin bese. Azadiya ziman ne destê desthiladaran de ye. Di destê me de ye. Dara zimanê Kurdî em şîn bikin bese. Ev zimanê şêrîn, ev zimanê dîrokî, ev zimanê bi edeb li benda me ye.

Bi van hestan em 29’emîn salvegera dilovaniya helbestvanê Kurdê nemir Cegerxwîn bi minet û bi rêzdarî bibîrtînin.