CDK-F’yê tevî 300 delegeyan kongreya xwe li dar xist

Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) li Parîsê tevî 300 delegeyan kongreya xwe li dar xist.

Li eywana kongreyê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankarta ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ û pankarta li ser grevên birçîbûnê hate daliqandin. Gelek nûnerên saziyên sivîl, sendîka û partiyên siyasî tevlî kongreyê bûn.

Piştî hilbijartina dîwanê, axaftin hate kirin. Rêveberê Şaredariya Parîsê Brossat, Hevberdevkê Keskan Sandra Regol, parlementerê berê Sergîo Coronado, çalakgerê greva birçîbûnê Ozkan Ozdemîr û Rêveberê Sendîkaya CGT’ê Jacqûes Leleû di kongreyê de axivîn.

Lan Brossat ê ku di hilbijartina parlementoya Ewropayê de li ser navê Partiya Komunîst bûye namzet di kongreyê de axivî û got ku “Bi mehan e, bi hezaran Kurd li dijî tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Li parlementoya Ewropayê ji bo ku Tirkiye peywira xwe bi cih bîne, ez ê têbikoşim. Partiya me û parlementerên me wê piştgiriyê bidin têkoşîna gelê Kurd.”

OZDEMÎR: EM Ê DERIYÊ JIYANA AZAD VEKIN

Çalakgerê greva birçîbûnê Ozdemîr jî got ku “Hemû saziyên Kurdan di bin êrîşan de ne. Îro li Ewropayê jî Mezopotamya û Mîr Muzîk tên girtin. Li ser rêzdar Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye. Li dijî vê tecrîdê berxwedaneke mezin heye. Em dizanin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê em ê deriyê jiyaneke azad û demokratîk vekin.”

Encumena Şaredariya Parîsê û berdevka Partiya Çep Danîelle Sîmonnet jî got ku “Divê hûn bizanibin ku, ji şerê we yê polîtîk em gelek tiştan hîn bûn. Ez femînîst im lê di vî warî de ji jinên Kurd ez gelek tiştan hîn bûm.”

Di axaftinan kongreyê de hate diyarkirin ku têkoşîna li Fransayê û Ewropayê qels e û divê berxwedan were geşkirin.

Di kongreyê de piştî ku rapor hatin xwendin û nîqaşkirina wê, Desteya Dîsîplînê, Desteya Venêrînê û Dîwana Serokatiyê hate hilbijartin.

Ji bo Hevserokatiyê jî Lokman Kanar û Fevziye Erdemîrcî hatin hilbijartin.