CDK-F: Heta ku em agahî ji Rêbertiya xwe negirin, çalakî wê bidomin

Dîwana Serokatiya CDK-F banga tevlîbûna bihêz ji bo çalakiya sibê kir ya ku wê li bajarê Strasboûrgê were lidarxistin.

CDK-F daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî par ve kir; “Nûçeyên ku li ser hesabên medyaya civakî yên têkildarî tenduristî û ewlehiya Rêbertiya me, em xistine nava fikaran.

Em baş dizanin ku parvekirinên wiha parçeyek ji konsepta bêbandorkirina Rêber Apo ye. Ev agahiyên ku ji aliyê daîreya şerê taybet ya Tirk ve tên koordînekirin, diyar e ku ne ji hev cuda ne û girêdanbûna xwe pê ve heye.

Rewşa tecrîda ku ev 19 sal e li ser Rêbertiya me tê sepandin, bi qedexeya hevdîtina parêzeran a sala 2011’an re dest pê kiriye. Ev pêvajo bi agahî newergirtina ji Rêbertiya me re dewam kiriye. Ji 5’ê Îlona 2016’an û pê ve ti agahiyek ji Rêbertiya me nehatiye girtin. Ne parêzer, ne malbat û ne jî ti partiyekî siyasî hevdîtin çênekiriye.

Li ser banga KCDK-E em jî weke CDK-F diyar dikin ku di 23’ê Cotmeh 2017’an de li pêşiya CPT û Konseya Ewropa ya li Strasboûrgê çalakiyek li dar dixin û hemû sazî û hevparên me wê tevlîbûnekî bihêz çêbikin.

Dîsan di vê çarçoveyê de bi taybet Kurdistanî û dostên wan yên li Strasboûrg û derdorê dijîn bi hestiyariyeke mezin û hassasiyetekê banga tevlîbûna ji bo çalakiya Strasboûrgê dikin.

Çalakiya rûniştinê ya ku wê di 23’ê Cotmehê de dest pê bike heta ku agahiyek ji Rêbertiya me neyê girtin wê bidome. Ji ber vê sedemê ji 23’ê Cotmehê pê ve em li Strasboûrgê li gel gelê xwe yê welatparêz û dostên wan bicivin.”