Çavkaniyên NY ên ji bo operasyonên alîkariyê yên li Iraqê diçikin

Çavkaniyên NY ên ji bo operasyonên alîkariyê yên li Iraqê diçikin

Neteweyên Yekbûyî (NY) da xuyakirin ku çavkaniyên wan ên ji bo alîkariya ji ber krîza penaberiyê ya li Iraqê, kêm bûye.

Alîkara Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki Moon a ji alîkariyên lezgîn û însanî berpirsyar Valerie Amos, di daxuyaniya xwe ya li kampa Khanke ya li Başûrê Kurdistanê de diyar kir ku fonên ji bo alîkariyê hatine veqetandin, kêm maye biqedin. Amos ragihand ku pêwîstî bi lezgînî bi fonên ji bo penaberan heye û hîn bêtir destek xwest.

Amos bibîr xist ku li Iraqê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê 1.8 mîlyon mirov ketine rewşa penaberiyê û destnîşan kir ku ji ber krîzên li gelek herêmên cîhanê, di rewşa heyî de meşandina operasyoneke alîkariyê ya global, wê gelekî bi mesref be.

Neteweyên Yekbûyî niha hewl dide li Sûriye, Iraq, Tirkiye, Urdun û Lubnanê alîkariyê bide bi mîlyonan penaberan. Ji bilî vê li welatên mîna Somalî, Sûdan û Nîjeryayê jî krîzên penaberiyê tên jiyîn.

Tê gotin ku li Iraqê, bi tenê di nava du mehên dawî de 600 hezar kes penaber bûne.