‘Careke din siyasetmedar di girtîgehê de man’
‘Careke din siyasetmedar di girtîgehê de man’
‘Careke din siyasetmedar di girtîgehê de man’
Alîkara Hevserokên BDP’ê Meral Daniş Beştaş balkişande ser ku, di paketê de têkildarî siyasetmedarên Kurd ên girtî çi rêkûpêk kirin çênebûn û got: “Desthilatdariya ku kanalên siyaseta demokratîk ji zimanê xwe dernaxin, biryara girtina girtiyên siyasî da.”
Alîkara Hevserokên BDP’ê û Berpirsa Karên Hiqûqî ya BDP’ê Parêzer Meral Daniş Beştaş “paketa demokratîk” ku îro Serokwezîrê Tirk Erdogan aşkera kirî, ji ANF’ê re nirxand.
Beştaşê bibîrxist ku hikumeta AKP’ê paket weke “demokrasiya li pêş” ji rayagiştî re pêşkêş kir, lê belê wisa derneket. Bi awayekî ku li şêweyê siyaseta desthilatdariyê tê, nêzîkatiya ku di paketên din de nîşan da, di vê de jî dom kir.”
Beştaş balkişande ser ku, hikumetê ji paketên din cûda tişta ku kirî, bipropagandayekî cidî bendewarî bilind kirin û wiha axivî: “Bi vî awayî hewil da piştgiriyek ya rayagiştî bigire. Ji ber ku di vê paketê de nû bûn û pêşketinek dê tunebûya.”
Beştaş anî ziman ku, di paketê de di derbarê siyasetmedarên Kurd ên girtî de ti rêkûpêkî nehatin kirin û ev tişt anîn ziman: “Bi taybet di mijara vekirina kanalên siyasetê de û bi siyasetê çareserkirina pirsgirêkan, îro jî Serokwezîr di vê derbarê de daxuyanî da. Beriya vê jî gelek caran behs kir. Lê belê siyasetmedar hêjan li girtîgehê ne. Ji bo siyasetmedar bêne berdan tenê yek sererastkirin jî tuneye, jib o demê girtinê, ne di madeyên Qanûnên Komara Tirk ên 314 û 220 û ne jî di Qanûna Tekoşîna li dijî Terorê. Desthilatdariya ku kanalên siyaseta demokratîk ji devê xwe dernaxe, biryara girtina girtiyên siyasî da.”
‘HIKÛMETÊ BIZANABÛN BENDEWARÎ ÇÊKIRIN’
Beştaş da diyarkirin ku, ji bo berdewamkirina pêvajoya aştî û çareseriyê rayagiştî girîngiyek mezin didayê û wiha got: “Hikumetê bizanabûn ev bendewarî çêkir, daxuyaniyekî gelek di bin bendewariyan de kirin.”
Alîkara Hevserokên BDP’ê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku, paket bi vî halê xwe dê bandorekî erênî li pêvajoyê neke û wiha axivî: “Hêviya min eve ku; Hikumet rexne û bertekên rayagiştî cidî bigire. Ji ber ku ev pêvajoyekî hêjan xilas nebûyî ye, em dixwazin paket ji nîqaşê re hatibe vekirin. Pêwîste bi vî awayî yek alî neyê sererastkirin. Herî kêm di vê dema bêt de hikumet rexne, bertek û daxwazên têne kirin berçav bigire û careke din naveroka wê dagire.”