Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtina heftane ya asayî bi hinceta ku "keştî xirabe ye" û “muxalefeta hewayê” hate redkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn ji bo sibê bikaribin biçin Îmraliyê û bi muwekîlên xwe hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Lê Rêvebiriya Girtîgeha Îmraliyê bi hinceta ku kêştiha Tuzla "xirabe ye" daxwaza parêzeran red kir û rê nedan hevdîtinê.
Hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi parêzeran ji roja 27'ê Tîrmeha sala 2011 (512 roj) û heta niha bi hincetên wekî "Keştî xerabe ye", "Rewşa hewayê ne başe", "Keştî di tehmîrê de ye", "Keştî ji tehmîrê hat, lê ewraqên ku ji bo keştî ji Rêvebiriya Beravê were girtin, kêmin" û "Roja betlanê ye" tê astengkirin.