Çapemeniya Alman: Merkel, tenê dilê Erdogan xweş kir

Çapemeniya Alman: Merkel, tenê dilê Erdogan xweş kir

Encamên serdana Tirkiyeyê ya serokwezîra Alman Merkel tên niqaş kirin. Tê gotin ku Merkel bersivên erênî nedaye daxwazên Erdogan ên derbarê endematiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê, aloziya Sûriyeyê û tekoşîna li dijî PKK'ê. Li gorî çapemeniya Alman jî hevdîtin di aweyekî nexweş de derbasbû.

Li aliyeyê daxuyaniyên derbarê krîza li Sûriyeyê û xurtkirina hevkariya borî, li aliyekê endamtiya xetimî ya Ewropayê, li aliyeke din gotinên ji bo têkoşîna hevpar a li dijî PKK’ê û gefên Erdogana ên ku hedê xwe derbas dikin. Serokwezîra Alman Angela Merkel doh bi van rojevên dijwar berê xwe da Enqereyê.

Erdoganê ku têkilarê Komkujiya Parîsê ya ku 9’ê çileyê li Parîsê pêk hat û di encamê de sê jinên Kurd ên siyasetmeda Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan gotibû “Me wana xwestibû, lê Franseyê neda, piştre ev bûyer çêbû. Bûyerên wiha dibe li Almanyayê jî çêbibin”, roja 25’ê çileyê gef li Yekitiya Ewropayê xwar û gotibû:

“YE em ji bîr kirine, lê şerm dike ji me re bêje. Li şûna ku me mijûl bikin, bila bi aşkereyî bêjin. Da ku em jî karê xwe bikin. Min ji Putîn re got ‘me bixin nava  Yekitiya Şangayê’. Em ê xatirê ji YE’yê bixwazin û vebiqetin. Ma çi wateya evqas mijûlkirinê heye?”

Piştî van daxuyaniyên Erdogan li ser hev ji eniya Ewropayê daxuyaniyên “nermbûnê” hatin. Xewna YE’yê ya ku ji ber krîza Euroyê, binpêkirinên mafê mirovan ên li Tirkiyeyê û karneya azadiya ramanê yên li Tirkiyeyê,  hatibû jibîrkirin, ji nû ve gûr bû. Maratona YE’yê ku sala 2005’ê dest pê kir, ji 35 muzakereyan tenê 13 sernav hatin aşkerekirin û evane jî tenê bi sernavên “zanîst û lêkolîn” hatin binavkirin. Hema bêje Enqereyê di van salên dawiyê de bi qasî bejna liba gennim pêngavek neavêtiye, hukûmeta Parîsê jî rojên borî bloka li pêşiya fasleya “polîtîkaya herêmî” rakir.

Ji ber van sedeman çavê Ewropayê li ser gera serokwezîra Alman Merkel ku bi salane li şûna teza endamtiyê, teza “hevkariya bi îmtiyaz” ji bo Tirkiyeyê dixwaze. Mijareke dî jî ew bû ku Merkel dixwest berî hilbijartên federal ên ku meha Îlonê li welatê wê pêk werin, bi vê serdana xwe peyamê bide koçberên Tirkiyayê jî. Jixwe piştî çend rojan dê serokê SDP'ê Sigmund Gabriel jî ku dijberê wê ye, biçe Tirkiyeye. Ji ber van sedeman ev serdan wekî "Kampanyaya hilbijartên li Tirkiyeyê dest pê kir" hate bi nav kirin.

Li aliyê dî jî Merkel, bersivên ne li gorî dilê hikûmetê Tirk da. Serokwezîra Alman balkişand ser notên xirab ên Tirkiyeyê yên derbarê mafên mirovan, astengiyên li pêşiya îfadekirina azad û xwest ku rojnamevan bi rihetî bikaribin karê xwe bikin. Piştî hevdîtina Erdogan ev peyamên ku Merkel dayî bûn mijara rojevê:

"Em di çerçoweya NATO'yê de girgingiyê didin desteka bi Tirkiyeyê re. Em dixwazin ku pêvajoya endametiya Tirkiyeyê pêşve here û eger em xalekî mûzekereyan bidin vekirin evê bibe gavek. Ji bo tekoşîna li dijî PKK'ê çi ji destê Almanya were wê bike. Dema meseleya radestkirinê tê rojevê dadgeh pir bi baldarî û nazik dixebitin. Dadgeh ji ber cezayên muebetê (sermendî) dikarin biryara radestkirinê nedin. Em dizanin ku nûnerên PKK'ê di bin navên dî de xwe rêxistin dikin, em wan dişopînin."

ÇAPEMENIYA ALMAN: HEVDÎTIN NE BAŞ DERBASBÛ

Li gorî çapemeniya Alman serokwezîr Merkel yek jî gera xwe ya herî zor pêk anî. Kovara nûçeyan Der Spiegel ji bo hevdîtinê sernivîsa "Zilamê zehmet ê li Stenbolê rûniştî", Focus jî "Navbera Recep û Merkel tevlihev e" bikaranî. Şiroveyên ku di çapemeniyê derketin pêş jî ev bûn:

"ERDOGN ZILAMÊ OBAMA YE" (FAZ): Rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitung diyar kir ku Merkel giringiyê dide hevaltiya Tirkiyeyê, lê ev nayê wê wateyê ku wê dil heye Tirkiye bikeve Yekîtiya Ewropayê. Nivîskarê rojnamê Rainer Hermann jî vê şiroveyê kir: "Ji her demî baştir niha navberiya Washington-Enqere xweş e. Erdogan di dewsa ku serî li Yekîtiya Ewropayê bide, di her mijarê de xwe digihine Obama.

"ENDAMETIYA EWROPAYÊ XEYAL E" (BILD): Rojnameya bi navê Bild ku yek ji rojnameyên herî zêde tê firotin e sernivîsa "Nexwe endametiya YE'yê ma piştî 60 salan?" bikaranî. Rojname diyar kir ku Erdogan di hevdîtinan de bêkeyf bû û cih da vê şiroveyê: "Merkel jî û Erdogan jî baş dizanin ku Tirkeyê dê nikaribe têkeve Yekîtiya Ewropayê."

"PÊDIVÎ BI TIRKIYEYÊ HEYE (S.ZEITUNG): Ev rojname jî ji bo gera Merkel sernîva "Hevaltiya bi 35 sernivîs" bikaranî û balkişand ser mûzekereyên endametiyê yên ku di bin 35 xalen de dimeşin. Rojname îddia dike ku pêdiviya Yekîtiya Ewropayê bi Tirkiyeyê heye.

"DIYAR E KU NE BAŞ DERBAS BÛ" (TAZ): Rojnameya Die Tageszeitung jî ji bo gera Merkel "Diyar e ku ne baş derbas bû" bikaranî û vê şiroveyê kir: "Her du serokan nêrinên xwe yên ku tên zanîn dubare kirin. Hevdîtin di haweyekî nexweş de pêk hat û mirov dikarî vê dilsariyê di liv û tevgerên wan de jî bixwîne. Lê gera Merkel ji bo kampanyaya hilbijartinê qenç bû."