Cangoriyên têkoşîna azadiyê li Hannoverê hatin bîranîn
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, şervana YPJ'ê Zozan Botan (Fehîme Yaman) û gerîla Hîndîstan Penaber (Hîndîstan Yuksek) hatin bîranîn.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, şervana YPJ'ê Zozan Botan (Fehîme Yaman) û gerîla Hîndîstan Penaber (Hîndîstan Yuksek) hatin bîranîn.
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Hannover ê Elmanyayê, şervana YPJ'ê Zozan Botan û gerîla Hîndîstan Penaber hatin bîranîn. Merasîma bîranînê ji aliyê Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) ve hate organîzekirin. Kekê Zozan Botan Alî Yaman û jinbira wê Xezal Yaman li merasîmê axivîn.
Malbatê got, "Bila serê Rêber Apo, serê gelê Kurd sax be", Mehmet Tûnç mînak nîşan da û banga geşkirina berxwedanê kir.
Rêveberê NAV-DEM'ê Tahîr Koçer jî li vir axivî û got, "Ji bo afirandina jiyaneke nû wan canê xwe feda kirin. Ya ku divê em bikin, avakirina Kurdistaneke azad û xwedîderketina li bîranînên wan e. Bi vê armancê mezinkirina têkoşînê ye."
Ji KOMAW'ê Hasan Dogan jî got, "Divê bîranîna şehîdan di her kêliyê de di dilê me de be."
Di dawiya merasîma bîranînê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn û xwarina nanê hate belavkirin.