Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgeha Tekîrdagê bi dawî bû

Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgeha Tekîrdagê bi dawî bû

Çalakiya greva birçîbûnê ya li 2'emîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê ya ku di 25'ê Adarê de destpê kir û 36 rojan domkir, piştî ji bo daxwazên girtiyan bi cih bînin soz hate dayîn bi dawî bû.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li 2'emîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê ku 25'ê Adarê ji aliyê girtiyên ji doza PKK'ê ve hate destpêkirin û 36 rojan dom kir, her wiha girtiyên MLKP, TKPML û Biryargeha Şoreşgerî ve piştgiriyê wê dihate kirin bi dawî bû. Heyeta ÎHD û TUAD'ê çû girtîgehê û hevdîtin kirin. Parêzer Sînan Zîncîr, Fazil Ahmet Tamer û Gulîzar Tuncer bi dozgerê girtîgehê û girtiyan re hevdîtin kir û diyar kirin ku, girtiyan çalakî bi dawî kirin.

Prz. Sînan Zîncîr anî ziman ku, roja şemiyê rayedarên Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan bi girtiyan re hevdîtin kirin û îro jî li ser navê ÎHD û TUAD'ê heyetekê bi girtiyan re hevdîtin kirin. Zîncîr da zanîn ku, piştî ji bo daxwazên girtiyan ên mafdar bên dîtin û gavên pratîk dê bên avêtin ji girtiyan re hate gotin, girtiyan dest ji çalakiya greva birçîbûnê berdan û wiha got: "Serdozgerê Komarê yê Tekîrdagê, TUAD û ÎHD dê pêvajoyê bişopînin. Girtiyan îro bi daxwaznameyên dayîn çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdem û doveneger bi dawî kirin. Dê girtiyan îro bibin nexweşxaneyê derman bikin."