CÎK’ê ji bo mîtînga Kolnê banga tevlîbûnê kir

Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) ji bo meş û mîtînga ku 16’ê Mijdarê wê li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

MÎTÎNGA KOLNÊ

Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) ji bo tevlîbûna mîtîng û meşa ku wê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de bê lidarxistin, bang li gelê Kurd kir.

Di daxuyaniya CÎK’ê de, ev tişt hatin diyarkirin: “Di 16’ê Mijdara 2024’an de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, em li Kolnê kom dibin.

Abdullah Ocalan bi salane rû bi rûyê êşkenceya fîzîkî û psîkolojîk tê hiştin û bi rengekî bê qanûnî û nerewa di bin tecrîdê de tê ragirtin. Lê belê em dizanin ku ew ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelan sembola azadiyê ye. Azadiya Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn jî gaveke girîng e.

Ji bo mafên gelê Kurd bên naskirin, ji bo aştî, edalet û wekhevî pêk were divê em weke gel xwedî li van têkoşînan derbikevin û ev yek xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Weke Civaka Îslamiya Kurdistan em piştgiriya xwe ya ji bo meş û mîtînga dîrokî ku wê 16’ê Mijdarê li Kolnê bê kirin, diyar dikin û hemû gelê xwe yê li Ewropayê dijîn, di wê rojê de vedixwînin Kolnê.”