CÎK û KON-MED’ê Cejna Qurbanê pîroz kirin

CÎK û KON-MED bi daxuyaniyekê Cejna Qurbanê pîroz kirin.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Cejna Qurbanê pîroz kir û diyar kir ku divê Kurdistan û alema Îslamê divê ne cejna yên bi navê îslamê xwînê dirijînin pîroz bikin, divê hesab jê bixwazin.
CÎK'ê di peyama pîrozkirinê got, ''Di serî de li Başûr, Rojava, Bakur û Rojhilat ciwanên me yên leheng ji bo gelê me ji aliyê zaliman ve neyên kirina qûrban, têkoşîneke bê eman dikin. Têgeha Îslamê tê wateya aştî û radestkirina mafan. Divê em rê nedin ku ola me ji bo rijandina xwînê bê bikaranîn.”
 

Her wiha Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanya (KON-MED) jî peyama Cehna Qurbanê da û got: "Ev cejn jî di nava şer û şidetê de tê pîrozkirin. Di van rojên ku li Rojhilata Navîn êrîşên mezin li ser nirxên cejnê tên kirin, ev êrîş jî ji aliyê hêzên ku maskeya îslamê li xwe kirin ve tên kirin, dike ku cejin hê biêş û xemgîn bê pîrozkirin. Cejna Qurbanê û hemû cejin banga jiyana gelan a azadî demokratîk, edalet û wekhev, dîsa parvekirin e. Hêza ku hewl didin hemû Rojhilata Navîn di nava cejnê de bijîn, têkoşîna vê dike tevgera azadiya Kurd e."