Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Abdullah Ocalan nebe çareserî jî nabe

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku bêyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareseriya pirsgirêka Kurd nepêkan e.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, têkildarî nîqaşên li ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî bi Kurdî û Tirkî hate weşandin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev demeke li ser rewşa muwekîlê me Birêz Abdullah Ocalan û rola wî ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de nîqaş têne kirin. Lê belê derfet ji wî re nayê dayin ku di vê mijarê û mijarên bi heman rengî de gotina xwe bêje."

'MUXATABÊ HERÎ GIRÎNG BIRÊZ ABDULLAH OCALAN E'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Abdullah Ocalan tecrîdkirî ye, mafên wî hemû hatine qedexekirin û wiha dewam kir; "Ji bo hêzên li ser desthilatdariyê, li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ti astengî tune bû. Lê belê heta niha nehatiye çareserkirin, nekariye bê çareserkirin. Ji ber vê yekê nîqaşa li ser pirsgirêka Kurd an jî li ser Ocalan bêyî Ocalan, rasteqîn nîne, rê û rêbazeke çareseriya mayinde nîne. Bêguman ji bo çareseriya bi rûmet a pirsgirêka Kurd û avakirina paşerojeke demokratîk muxatabê herî girîng Birêz Ocalan e. Di nava şert û mercên herî giran de bi kedeke mezin, bi pêşniyarên çareseriyê hewl daye aştiyê ava bike. Berxwedana wî ya li dijî şert û mercên tecrîdê, dewama van hewldanan e.

HDP jî weke nûnerê siyaseta danûstandinan a demokratîk, pêşenga civakî ye ku xwedî îdîaya birêxistinkirina aştî û demokrasiyê ye. Nepêkane ku bêyî HDP'ê şert û mercên çareseriyê bêna afirandin û bingeha aştiyê pêşkêşî gelên Tirkiyeyê bê kirin.

Pirsgirêka Kurd dawiya dawî pirsgirêkeke destûra bingehînî ye. Yê ku hewl dide nîqaşên bingehîn ên li ser pirsgirêka Kurd bikişîne ser zemînê destûra bingehîn, qanûnî meclîsê, yê ku bi israr vê yekê dixwaze Birêz Ocalan e. Lê belê tevî vê yekê jî tecrîd li ser tê ferzkirin, ku ev yek rêbazeke neçareserkirinê ye.

'TECRÎD ÇAVKANIYA NEÇARESERIYÊ YE'

Tecrîda li ser Birêz Ocalan ku li dijî qedexeya êşkenceyê ye, bi rêk û pêk tê meşandin. Tecrîd ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd e, tecrîd di heman demê de neçareseriyê girantir dike. Heta ku ev rastî neyê dîtin, nîqaşên bênekirin wê tenê konjonkturî bin. Divê tecrîd bê bidawîkirin û derfet bêne dayin ku Birêz Ocalan karibe mafên xwe yên bingehîn bi kar bîne û gotina xwe bêje."