Burak Kaser yê ku li 2’mîn Fermandariya Tabûra Piyade ya li navçeya Erxaniya Amedê leşkertî dikir û hate îdîakirin ku xwe întîhar kiriye, di merasima cenaze de zavayê Kaser Şenol Yilmaz di merasimê de axivî û got, Kaser li odeya fermandar û bi demanceya fermandar hatiye kuştin.
Leşkerê binavê Burak Kaser yê li 2’mîn Fermandariya Tabûra Piyade ya li Erxeniyê leşkertî dikir, hate îdîakirin ku xwe întîhar kiriye, cenazeyê Kaser li navççeya Derînce ya Kocaeliyê defin kirin.
Zavayê Kaser Şenol Yilmaz da diyarkirin ku, ew çûye Amedê û agahî ji cihê bûyerê girtine, wiha got:
“Em çûn Amedê me cenazeyê xwe dît û me agahî girtin. Hate diyarkirin ku, di nava vê pêvajoyê de 4 dozgerên leşkerî hatine peywirdarkirin û lêpirsîn didome. Lê belê întîhare yan tiştek dine hêjan diyar nîne. Li odeya fermandar û dîsan bi demanceya fermandar hatiye kuştin. Li cihê bûyerê du qalikên guleyê hene. Hêjan tiştek zelal nebûye, lê belê mirinekî bigûmane. Pêvajoya darazê didome. Em dê li gorî encama ji wir tê tevger bikîn. Ger encamekî ku me tetmîn neke derbikeve, em dê tekoşîna pêwîst ya xwe bidin.”