Bûldan: Ya demokrasî, ya faşîzm

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, "Ya demokrasî ya faşîzm! Dem hatiye ku civak li ser vê yekê biryara xwe bide." Bûldan destnîşan kir ku wê di dema nû de hîn bêhtir bi wêrek bin.

Konferansa 3'emîn a Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi şiyara "HDP'eyek hîn xurt, têkoşîneke hîn bi hêz" li Enqereyê tê lidarxistin. Ji tevahiya Tirkiyeyê 600 delege beşdarî konferansê bûne. Encamên ku ji civîn û konferansên li 6 herêman derketin holê wê di konferansa îro ya mezin de du rojan bên nirxandin. Encamên konferansa mezin a HDP'ê jî wê li 4'emîn Kongreya Asayî ya Mezin a 23'ê Sibatê bên nirxandin.

'PÊVAJOYEKE HÎN BI WÊREKÎ Û BI BIRYAR'

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li konferansê axivî û got, "Partiya me wê nexşeya xwe ya serdema nû zelal bike û em ê bi vê armancê nîqaşên berfireh û hêja bikin. Em ê kêmasiyên xwe bi hev re binirxînin. Em ê armancên xwe û xeta xwe ya polîtîk zelal bikin. Ji xurtkirina rêxistiniya xwe heta bi berfirehkirina mûxalefeta civakî, li her qadê me dest bi pêvajoyek nû ya têkoşînê ya xurt, rêxistinbûyî, wêrek û bi biryar kirine."

'EM Ê SERKETINÊN MEZIN BI DEST BIXIN'

Bûldan bi dewamî got, "Bêguman kêmasiyên me hene. Me karên xwe, serketinên xwe ti carî têrker nedît, em ê qîma xwe pê nînin. Em ê timî berê xwe bidin armancên mezin. Em ê hewl bidin serketinên mezintir bi dest bixin. Pêvajoya desthilatdariya demokratîk yek ji armancên me yên herî girîng e. Haya me jê heye ku berpirsyariya me çiqasî giran e. Bendewariya gelê me, civaka me, bindestan, jin û ciwanan a ji me mezin e. Em vê dibînin. Em ê li gorî vê bendewariyê kar bikin, têkoşînê bi rêxistin bikin û siyaseta demokratîk civakî bikin."

'DEMA BIRYARDANÊ YE'

Bûldan destnîşan kir ku hebûna siyasî ay HDP'ê roj bi roj bêhtir stratejîk dibe û got, "Faşîzm nasekine, wê demê em ê jî nesekinin. Em ê paş ve gavê neavêjin. Bi gavên ji xwe bawer em ê têkoşînê civakî bikin, mezin bikin. Ya demokrasî ya faşîzm. Ya ronahî ya tarîtî. Ya azadî ya dîlgirtin. Ya azadî ji jinan re ya jî desthilatdariya mêr. Ji bo civakê dem hatiye ku biryarê li ser vê yekê bide."

'TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ WÊ MEZIN BIBE'

Bûldan bal kişand ser zext û zordariya li jinan û anî ziman ku heta mafê jiyanê ji jinan re neyê naskirin wê jin li her qada jiyanê li dijî desthilatdariya mêr mil bi mil têbikoşin.

Bûldan got, "Heta ku îradeya Kurdan bi destê qeyûman desteser bikin, gelê Kurd bi rengekî yekîtiyê li dijî vê zilma qeyûm mîna Kawayê Hesinkar bisekine û li ber xwe bide. Berdêla xwe çi dibe bila bibe jin wê ti carî dest ji hevserokatiyê bernedin. Gelê Kurd wê li dijî zexta netewe dewletan yekîtiya xwe ya neteweyî li her derê ava bike. Her ku tecrîd bê şidandin têkoşîna gelê me ya li dijî tecrîdê jî wê mezin bibe û tecrîda mutleq wê bê têkbirin. Heta ku êriş li dijî Elewiyan, baweriyan, nirxand, hebûneyan bê kirin wê têkoşîna bi hev re jî li dijî vê yekê bidome. Hêza herî girîng a guherîn û veguherî ya vê pêvajoyê HDP ye. Her ku ew hewl bidin me kêm bikin em ê zêdetir bibin."

Konferans bi axaftina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî dewam dike.