Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Bûldan û Sancar: Em bi bawer û biryarin, emê teqez serbikevin

“Doza girtinê ya li dijî partiya me derbeyek girane li demokrasî û huqûqa welat. Ev hikûmete wekî rêveberiyek darbekar navê xwe li dîrokê nivîsand.”

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ku derbarê doza girtinê ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a Temyîzê ve ji bo girtina HDPê û betalkirina wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoglû daxuyanî dan û gotin, “HDP ne tenê partî, di heman demê de ramaneke jî. Bi mîlyonan mirov li dora vê ramanê dibin yek. Wê bi mîlyonan mirov daxwaz û pêşeroja xwe ya siyasî bixwazin. Li aliyê din, hikûmeta AKP-MHP rewatiya xwe ya demokratîk wenda kiriye û hewl dide ku bi zor û amûrê zextê li ser pêyan bimîne.”

Hevserokên Giştî yên HDPê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar daxuyaniyek nivîskî dan û gotin: ”Roja ku Wekîlê me yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû di encama hesabên siyasî yên hikûmetê û binpêkirina huqûê de ji kar hate dûrxistin, Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind doza girtinê ya li dijî partiya me vekiriye.

Hikûmeta AKP’ê yê ku dadgeh bi xwe ve girêdaye, wekî şiwa dîzaynkirina siyasetê bikar tîne.

Doza girtinê ya li dijî partiya me derbeyek giran li demokrasî û huqûqa welat e. Ev hikûmetê wekî rêveberiyek darbekar navê xwe li dîrokê nivîsand.

AKP’ê bi doza girtinê ve bi riya dadgeriyê diyariyek da kongreya MHP’ê. Dozger û dadgerên ku li gorî fermanên siyasî tevdigerin, divê zanibin dema ku ev hêz biguhere, ew ê teqez li pêşberî huqûqê hesab bidin.

Ya ku qewimî jî bêçaretiya kûr a ku bloka desthilatdariya AKP-MHP ketiye navê nîşan dide. Wek di aliyê fikrî û siyasî de tişta ku nekarîn di sandoqan de bi dest bixin, niha jî armanc dikin ku bi rêya dadweriyê HDP’ê ji siyaseta demokratîk qut bikin. Ev êrişkarî ji tirsa kûr a ku ew jiyan dikin dikin çavkaniya xwe digre.

HDP ne tenê partiyek e, di heman demê de ramanek e. Bi mîlyonan mirov li dora vê ramanê bûne yek. Wê bi mîlyonan mirov xwedî li vîna xwe ya siyasî û pêşeroja xwe derbikeve.

Li aliyê din hikûmeta AKP-MHP rewabûna xwe ya demokratîk wenda kirine û hewl didin ku bi amûrên zor û zextê li ser pêyan bimînin. Divê hikûmeta AKP-MHP baş zanibe ku çi dike bila bike, em ê ti carî serî natewînin, em ê çok nedêyin û ji siyaseta demokratîk tawîzan nedin, em ê berxwedana xwe ya demokratîk bi têkoşînek bi biryar bidomînin.

Em bang li hemû hêzên demokrasî, muxalefeta siyasî û civakî dikin ku li dijî vê darbeya siyasî, tasfiyekirina eşkere ya huqûq û demokrasiyê têkoşînek hevpar bidin.

Em Desteya Rêvebir a Navendî ya partiya xwe vedixwînin civîna awarte ya sibe. Bi kevneşopiya têkoşîna dîrokî ya me heyî re emê vê pêvajoya tarî derbas bikin. Em bi bawerî û bi biryar in. Bêguman em ê teqez bi ser bikevin."