Bûldan: Suleyman Soylû telefonî min kir û gef li min xwar

Hevserokên Giştî yên HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xistin û hilbijartin nirxandin. Pervîn Bûldan diyar kir ku Suleyman Soylû telefonî wê kiriye û gef li wê xwariye.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî di navbera ji bo civîna Meclîsa Partiyê ya HDP’ê de, civîneke çapemeniyê li dar xistin. Bûldan û Temellî têkildarî hilbijartinên 24’ê Hezîranê nirxandinên girîng kirin.

Bûldan diyar kir ku ev hilbijartin di şertên meşrû de pêk nehatiye û got “Di dema Rewşa Awarte de zext gelekî giran bûn û namzetê me yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş jî girtîbû. HDP di vê hilbijartinê de bi ser ketiye. HDP’ê benda hilbijartinê derbas kiriye û ev serkeftineke mezin e. Di vê serdemê de ya ku şertên faşîzmê hê ji holê ranebûye, berpirsyariya me gelekî zêde ye. Ew ê têkoşîna me bidome.”

NIRXANDINÊN HILBIJARTINÊ

Sezaî Temellî jî diyar kir ku civînên desteyên wan didome û xalên hevpar wisa rêz kir:

1. Di vê serdemê de em spasiyên xwe li hemû şax, rêxistin, rêveberî, pêkhate, hêzên tifaqê, demokrat, jin, ciwan, parlementerên xwe yên di girtîgehan de, namzetên xwe yên parlementeriyê û li hemû hilbijêrên xwe yên li her çar aliyê cîhanê dikin. Me peyama kesên ku dengê xwe dane HDP’ê stend û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê kêmasiyên xwe jî ji ber çavan derbas bikin.

2. Hilbijartina 24’ê Hezîranê di şertên ne adilane de pêk hat. Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan û hemû nûnerên wî ji bo ku HDP di binê bendê de bimîne, hemû derfetên xwe bi kar anîn. Nehiştin dengê HDP’ê bigihêje gel. Ligel vî tiştî HDP’ê benda hilbijartinê derbas kiriye û bûye partiya sêyemîn.

3. Namzetê me yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ligel ku di girtîgehê de bû jî di hilbijartina serokkomariyê de bûye sêyemîn.Di dîroka siyasetê ya cîhanê de cara pêşîn namzetekî serokkomariyê di girtîgehê de kampanya bi rê ve biriye. Divê Demîrtaş teqez serbest were berdan.

4.  Li gorî hilbijartina Mijdara 2015’an 725 hezar dengê me zêde bûne. Li Stenbol û Îzmîrê me encamên 7’ê Hezîrana 2015’an derbas kiriye. Li Antalya û Kocaeliyê parlementer bi dest xistine û cara pêşîn li Hatayê parlementerek daye hilbijartin. Di heman demê de 26 jin ketine parlementoyê.

5. Li bajarên Kurdistanê jî nêzî 120 hezar dengê me kêm bûne. Ji ber zextên giran, veguheztina sindoqan, astengkirina xebatên partiyê û girtina rêveberiyên me yên li wê derê ev tişt pêk hatiye. Lê em ê li ser qelsî û kêmasiyên xwe bisekinin û li gorî rexneyên gelê xwe tevbigerin.

6. Em bêyî ku kampanyaya hilbijartinê bidin sekinandin, xwe ji hilbijartinên Adara 2019’an re amade dikin. Di pêvajoya hilbijartinê de sînerjiyeke baş derket holê, divê em vî tiştî bidomînin.

7. AKP’ê 2 milyon deng kêm kiriye û êdî mehkûmî koalîsyonekê ye. Di heman demê de di 16 salên AKP’ê de di warê civakî, çandî û ekonomîk de krîzên mezin derketine holê. A niha jî krîzeke îktîsadî di rê de ye.

8. Ji ku derê tê bila bê, em ê li hemberî tu gefan stûyê xwe xwar nekin. Bi polîtîkayên xwe em ê kêşeyên civakî çareser bikin. Ji ber vê jî ew ê HDP li hemberî împaratoriya tirsê ya AKP’ê têkoşîna xwe bidomîne.

GEFÊN SULEYMAN SOYLÛ YÊN BI TELEFONÊ

Bûldan têkildarî gefên wezîrê karê hundir Suleyman Soylû jî got ku “Duh wezîrê karê hundir telefonî min kir. Soylû diyar kir ku li gundê Yanyûrt ê Bazîda Agiriyê kesek hatiye înfazkirin û berpirsê vê înfazê partiya me HDP ye. Soylû partiya me kiriye hedef û diyar dike ku ev înfaz têkiliya xwe bi partiya me heye. Em vî tiştî red dikin. Divê ev bûyer were zelalkirin. Em bûyerên wisa qebûl nakin û şermezar dikin. Bûldan diyar kir ku Soylû gotiye, “Em ê hesabê vî tiştî bipirsin. Berpirsyar hûn in, hûn diçin ku derê biçin. Hûn diçin ba CHP’ê, hûn diçin Ewrûpayê hûn dizanin.”

Em ê destûrê nedin ku AKP bi sûcdariyên wisa partiya me bike hedef. Divê Soylû heddê xwe bizanibe. Em ne partiyeke biçûk in. Li Pirsûsê mirov qirika wan hatin jêkirin, ji dêvila sûcdaran namzetê me hate girtin. Peywira wezîrê karê hundir dîtin û cezakirina sûcdaran e.”