Bûldan: Postavaniya aştiyê ji bo me rûmetek e

Bûldan: Postavaniya aştiyê ji bo me rûmetek e

Parlamentera BDP'ê Pervîn Bûldan da xuyakirin, ku postavaniya aştiyê ji bo wan rûmetek e. Bûldan destnîşan kir, ku ewê bi berxwedanê mafên xwe yên mafdar ji dewletê bistînin.

Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP, gera xwe ya li herêm Serhedê ya bi navê "Rizgariya Demokratîk, Jiyana Azad" li Qersê dewam kir. Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan, Parlamentera Qersê Mulkiye Bîrtane û Parlamenterê Agiriyê Halîl Aksoy, Serokê Giştî yê berê yê DEHAP'ê Tûncer Bakirhan, endamên Meclîsa Partiyê ya BDP'ê, Şaredar û gelek rêveberên partiyê, li navenda Qersê û li navçeyên Dîxor, Kaxizmanê bi gel re rûniştin.

Di civîna gel a li ber Serokatiya BDP'ê ya Bajarê Qersê de Parlamanter Mulkiye Bîrtane axivî .

Bîrtane bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û weha peyivî; "Yên ku têkoşîna 40 salan a azadiyê anîne roja îro Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 14 salin li Îmraliyê li ber xwe dide û dilsoziya gelê Kurd e. Piştî hevdîtinên bi Ocalan re hatin kirin, gavên ji bo aştiyeke bi rûmet hatin avêtin. Ji bo em destê birêz Ocalan xurt bikin, emê li ber xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin."

"AŞTIYA BI RÛMET WÊ BI TÊKOŞÎNA BI RÛMET A GELÊ KURD WERE"

Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy jî di axaftina xwe de destnîşan kir, ku barê vê têkoşînê li ser milê herkesî ye û diyar kir, ku jin, zarok, kal, ciwan wê herkes piştgiriyê bidin pêvajoya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin.

Aksoy da xuyakirin, ku aştiyeke bi rûmet bi têkoşîna gelê Kurd a bi rûmet wê têkûz bibe.  Aksoy anî ziman, ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû dîlên azadiyê serbest were berdan, dê têkoşîna wan dewam bike.

"EM QASIDIYA AŞTIYÊ DIKIN"

Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan jî di axaftina xwe de bersiv da rexneyên dibêjin "BDP postavaniyê dike."

Bûldan di vê mijarê de weha peyivî; "Pêkanîna postavaniya aştiyê, ji bo me rûmetek e. Ji bo xwîna dirije bê rawestandin û kes nemire, ev pêvajo ji aliyê birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin. Ji bo Ocalan mûxatab bê dîtin, me li meydanan, li zîndanan û li çiyê li ber xwe dan. Emê daxwazên xwe li her derê bînin ziman û polîtîkayên tinekirinê pûç bikin."

Bûldan destnîşan kir, ku heta ew mafên xwe yên mafdar ji dewletê bistînin ewê rêxistinbûyîna xwe xurtir bikin.

Heyeta BDP'ê xebatên xwe yên li vê derê bi dawî kir û derbasî Îdirê bû.