Bûldan: Pêdivî bi helwesteke nû heye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan çû serdana Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê. Bûldan bal kişand ser girîngiya meşa wan û got ku “Pêdivî bi helwesteke nû heye.”

Meşa HDP'ê ya milê Colemêrg û Edîrneyê didome. Heyeta HDP'ê ya Colemêrgê derbasî Bêdlisê bû. Heyeta Edîrneyê jî li Stenbolê ger û ziyareta xwe berdewam dike. Meş bi dirûşmeya "Li dijî darbeyan meşa demokratîk" didome.

HDP, li bajaran rêxistin, partî û komeleyên sivîl û demokratîk ziyaret dikin û niqaşan dimeşîne. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan ku di nava heyeta HDP'ê ya Edîrneyê de ye, li Stenbolê tev li ziyaretan bû. Ewil partiya EMEP'ê ziyaret kirin û piştre Koordînasyona Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê (DÎB) ziyaret kirin. Bûldan û heyeta pêre, Koordînasyona DÎP'ê li avahiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Beyoglûyê ziyaret kir. Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu, û endamên Lijneya Kordînasyona DÎB'ê heyet pêşwazî kirin.

PÊDIVIYA TIRKIYEYÊ BI AŞTÎ, DEMOKRASÎ Û EDALETÊ HEYE

Beriya ziyaretê Pervin Buldan, diyar kir ku herî her tiştî pêdiviya Tirkiyeyê bi aştî, demokrasî û edaletê heye û wiha got: “Li welatê me di serî de li dijî HDP'ê, li dijî Kurd, Ermenî, Elewî Sûryanî û hemû hêzên muxalif êrişek heye. Ji ber êrîş zêde dibin me wekî HDP'ê dest bi meşê kir. Ev meşa demokrasiyê ji bo kesên mafê wan tê binpêkirin û mextûr tê kirin dest pê kiriye. Di demên dawî de êrîşên li dijî partiya me zêdetir bûye. Îro bi hezaran siyasetmedar, parazvanên mafên mirovan û bi hezaran kesên aştî, demokrasî û mafên mirovan dixwazin girtî ne. Bi taybetî zagona înfazê mînak e. Me bi vê zagonê dît ku cudakarî tê kirin. Kesên li dijî civakê sûc kirin hatin berdan. Yên nûnerên gel in jî nehatin berdan û terkî mirinê hatin kirin. Di pêvajoya şewbê de qeyûm tayînî 8 şaredariyên me kirin. Dixwazin bi van girtinan xebatên me asteng bike û bihilîne. Em cara ewil rastî van êrîşan nayên. Tecrûbeyên me yên têkoşînê hene. Em di vê tekoşînê de hatin kuştin, hatin girtin û îşkencekirin. Di vê serdemê de nûnerên Kurdan Figen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş Gulten Kişanak û Sabahat Tûncel girtî ne. Em ji bo balê bikişînin ser van neheqî û binpêkirinan em dimeşin. Em li dijî van êrîşan tu carî dest ji daxwazên aştî, demokrasî û azadiyê bernadin."

Endamê Lijneya Koordînasyona DÎB'ê Ayşegul Devecîoglu jî anî ziman ku têkoşîna ji bo parastina aştî, demokrasî û azadiya civakê pir girîng e û wiha got: "Di vê pêvajoya ku nirxên demokratîk û azadiyê tune dihesibînin ev têkoşîn gelek girîng e. Em li gel HDP'ê têdikoşin. Ev meş mafekî herî demokratîk û zagonî ye. Em ê meş û têkoşîna xwe ya bi HDP'ê re berdewam bikin."