Buldan: Operasyona li KCD'ê dijminantiya li Kurdan e

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, operasyona li dijî KCD'ê şermezar kir, diyar kir operasyona li dijî KCD'ê dijminantiya li gelê Kurd nîşan dide û got: "Bi vê operasyonê dixwazin rêxistina demokratîk a Kurdan tasfiye bikin."

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di civina koma HDP'ê de, ya li meclîsê geşedanên dawî nirxand. Buldan, li ser parlamenterên wan ên ku bi koronayê ketine diyar kir rewşa wan baş e û domand: "Niha tedawiya wan didome. Li Cizîrê şewba hêla vîrûsê zêde dibe. Ev bi me re fikaran çêdike. Divê tedbîran ji dest bernedin. Dîsa li bajarên herêmê nexweşî zêde bûye. '' 
Buldan, siyasetmedarê Kurd Orhan Dogan, ku 29'ê Hezîrana 2007’an  li Bazîrê bi krîza dil çû ber dilovaniya xwe bibîr anî û wiha axivî: "Dogan jiyana xwe ji bo azadî, demokrasî û aştiyê feda kir. Di pêvajoya herî dijwar de ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokrasiyê pêş bikeve têkoşiya. Dogan wê her dem di dilê me de bijî." 
 
Buldan,  êrîşên li ser HDP'ê bi bîr xist û diyar kir  ji bo ku desthilat herî zêde ji HDP'ê ditirse êrîşê tîne û wiha berdewam kir: "Her tiştî hildiweşînin. Demokrasî, edalet hilweşandin. Aştî bi dawî kirin. Civak anîn hemberî hev. Nifrîn zêde kirin. Pergala hikûmeta Serokomariyê, qeyûm, darbe, bê hiqûqî, binçavkirin, îşkence, xizanî, betalî û sefalet pêş xistin. Ji yekîtiya gelê Kurd û gelê Sûriye ditirsin. Desthilat ji windakirin û têkçûnê ditirse. ''
 
'NAXWAZIN KURD RÊXISTINIYA XWE BIKIN'
 
Buldan anî ziman ku naxazin gelê Kurd xwe bi rêxistin bikin û wiha pêde çû: "Naxwazin Kurd xwe bi rêxistin bikin û bêne cem hev. Naxwazin bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bi ser avahiya KCD'ê de digirin û KCD'ê mohr dikin. Ji ber ku HDP'ê ji Edîrne û Colemêrgê meşa Enqereyê li dar xist, dixwazin demokrasiyê têk bibin. KCD platforma demokrasî û rewa ya civaka demokratîk e. Kongreya gelan e. Kongre gel bi xwe ye. Ew rêxistina ku deriyê wê şikandin, ji bo aştî û çareseriya vî welatî têdikoşe. Operasyona li dijî KCD'ê dijminantiya li dijî KCD'ê û demokrasiyê ye. Operasyona li dijî rêwistina gelê Kurd e. Hûn bi van operasyonan nikarin rê li pêş têkoşîna demokratîk, rêxistinbûna jinê, bigirin. Ev operasyon dê rêxistinbûna me û gelê me bêzir zêde bike. Em dest ji tekoşîna demokrasiyê bernadin."  
 
'DESTHILAT AKPÊ Û ENQERE BERPIRSIYARÊ ÎŞKENCEYA LI AMEDÊ YE'
 
Pervîn Buldan, bal kişande ser îşkenceya ku polîsan bi kuçikan li Aktîvîsta TJA'yê Rojbîn Çetin kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi îşkenceyan bi ser mala Aktîvîsta TJA'yê Rojbîn Çetîn de girtin. Li malê bi kuçikan îşkence lê kirin. Berpirsiyarê îşkenceya li Amedê desthilata AKP'ê ya Enqereyê ye. Îqtîdara ku ji bo îşkenceyê got sifir tolerans îşkence bê sînor zêde kiriye. Bi îşkenceya li Amedê dijminantiya li dijî gelê Kurd, li dijî rêxistinbûna jinan, li dijî muxalifan bi rêxistin dike. Li şûna walî û  dozger der barê îşkencekaran de lêpirsîn veke wan diparêze." 
 
'DIJMINANTIYA JINAN GEŞ KIRIN XISTIN'
 
Buldan, bal kişand ser dijminantiya AKP'ê ya li dijî jinê û wiha got: Desthilata AKP'ê bi vê yekê carek din dijminantiya xwe ya li dijî jinê aşkere kir. Li her derê li dijî jinê komkuji heye. Çend roj berê li Kobanê di êrîşa hewayî de 3 jinên Kurd ên siyasetmedar qetil kirin. Li Parîsê 3 jinên Kurd ên siyasetmedard, li Sîlopiyê 3 jinên Kurd ên siyasetmedar qetil kirin. Hişmendiya kesên li Parîs û Sîlopiyê jinên kurd qetil kirin û yên li Kobanê jinên Kurd qetil kirin yek e. Hişmendiya wan kesan û ê bi kuçikan îşkence dikin yek e. Gultan Kişanak di 12'ê Îlonê de li Amedê li dijî îşkenceyê li ber xwe da. Jinen siyasetmedar û berxwedêr e. Wê demê Esat Oktay Yildiran bi kuçikên xwe îşkence lê kiribû. Hişmendiya wê demê ya 12'ê Îlonê îro temsîl dike. Hûn bi vê îşkenceyê nikarin jinan bitirsînin. Hûn nikarin wan ji têkoşîna wan dûr bixin."
 
'OPERASYON LI DIJÎ YEKÎTIYÊ NE'
 
Buldan bal kiyand ser yekîtiya gelê Kurd jî û wiha bi dawî kir: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Kobanê, li her derê li dervê sînor operasyonan li dar dixin. Bi van operasyonan naxwazin gelê Kurd yekîtiya xwe ya demokratîk ava bikin. Bi van operasyonan dixwazin statuya gelê Kurd asteng bikin. Naxwazin Kurd li tu deran bibin xwedî nasname û statu. Dewlet û îqtîdara ku bi kurdanre li hev neyê û aştiyê pêş nexe dê winda bike. 
 
GELÊ KURD VÊ HIŞMENDIYÊ BAŞ NAS DIKE
 
Dewleteke şerxwaz a rêyên çareserî û diyalogê ji holê radike ne dikare pirsgirêka Kurd ne jî dikare ya Sûriyeyê çareser bike. Ew ê talî pirsgirêka kurd li ser maseyê bê çareserkirin. Reva ji vê yekê tune ye. Kesên ku dijminatiya kurdan dikin û di heman demê de dibêjin em û Kurd wekî neynûk û goşt in em vê yekê bi bîra wan de bînin: We ji dîrokê heta niha zilma herî mezin li Gelê Kurd kirin. We kurd avêt bîrên asîdê, we ew daliqandin, we bi îşkenceyan kuştin. We êrîşî gorên wan kirin. We hestiyên zarokê dayikekê bi kargoyê şand û hûn ji mirovatiyê derketin. We şaredariyên kurdan xesp kirin. Gelê Kurd we û zîhniyeta we baş nas dike. Kurd ne neynûk ne jî goşt in. Kurd gel e û ew ê bi nasname û çanda xwe her bijî.''