Bûldan: Ev Plana 2'yan Şerq Islahatê ya AKP-MHP'e ye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir “Pêvajoya darbeya siyasî bi Plana Çokşikandinê” dest pê kir. Ev plan Plana 2'yan a Şerq Islahatê ya AKP-MHP’ê ye.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di komcivîna partiya xwe de axivî. Bûldan, bal kişand ser operasyonên ku di 4’ê Mijdara 2016’an de li dijî parlamenter û hevserokên giştî yên demê yên partiya wan pêk hatibûn û wiha pê de çû: “Darbeya 4’ê Mijdarê ya li hemberî parlamenter û hevserokên giştî yên partiya me li dijî vîna parlamentoyê û gel pêk hatin. Em çima ji 4’ê Mijdarê re dibêjin darbeya siyasî? Lewre ev operasyona derveyî ya hiqûqê ya dîl girtinê li dijî siyaseta demokratîk û demokrasiyê pêk hatiye. Darbeya 15’ê Tîrmehê bi destê AKP’ê veguherî ser derbeya siyasî. Ev dîrok jî 4’ê Mijdarê ye. Di nav 4 salan de hevserokên me yên giştî, parlamenter, hevşaredar, rêveber û endamên me jî di nav de nêzî 20 hezar kes hatine destgîrkirin û nêzî 10 hezara ji wan bi awayekî bêhiqûq hatine girtin. Şaredariyên me yek bi yek hatin desteserkirin. Ev ne bes in, em her roj bi agahiyên destgîrkirinê şiyar dibin.”

Bûldan, destnîşan kir ku biryara operasyonên li hemberî partiya wan di 30’ê cotmeha 2014’an de di civîna Lijneya Ewlehiya Millî (MGK) de bi Plana Çokşikandinê re dest pê kiriye: “Ev plan; Plana 2'yan a Şerq Islahatê ya AKP-MHP’ê ye. Plana sazîbûna faşîzmê û înşakirina pergala yekperestiyê ye. 6 sal in li Tirkiyeyê vê planê pêk tînin. Ne tenê li dijî HDP’ê, li dijî hemû hêzên demokrasiyê û civaka sivîl a demokratîk dorpêçkirineke darbeyê heye. Di heman demê de em bi planeke ku hemû civakê kiriye hedef re rûbirû ne.”