Bûldan: Divê bawerî bi desthilatê neyê anîn, wê piştevanî me dide jiyîn
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku wê ne desthilat piştevanî civakê bide jiyîn, banga tevlîbûna Kampanyaya Xwiş û Bira kir.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku wê ne desthilat piştevanî civakê bide jiyîn, banga tevlîbûna Kampanyaya Xwiş û Bira kir.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Bûldan, têkildarî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî û geşedanên rojane li ser medya civakî nirxandin kir.
ÊRÎŞA MEXMÛR Û AMBARGO
Bûldan, daxuyaniya Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Mustafa Şentop û êrîşa li dijî Mexmûrê şermezar kir û got: "Em ji malbatên 3 jinên li Mexmûrê ku di êrîşê de jiyana xwe ji det dan re sarsaxî dixwazin. Em dixwazin êrîş bi dawî bibe û Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê vê ambargoyê bi dawî bike."
‘BAWERÎ BI DESTHILATÊ NEÎNIN’
Bûldan, bal kişand ser şewba vîrûsa corona û wiha got: "Îro Tirkiye li dijî vê şewba vîrûsê şerekî pir mezin dimeşîne. Bila tu kes baweriya xwe bi detbîrên deshilatê yên li dijî vîrûsê nîne. Bila kes baweriya xwe bi desthilatê nîne. Tenê qoltixên xwe diparêzin û şewbê ji bo xwe dikin fersend."
‘QANÛNA ÎNFAZÊ BI DENGÊ AKP-MHP’Ê HATE ERÊKIRIN’
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan, li dijî daxuyaniya Serkokê Melîsa Tirkiyeyê Mustafa Şentop a ji bo qanûna înfazê got 'Bi vîna meclîsê derket' bertekên xwe anî ziman û got: “Ev zagon tenê bi biryara AKP-MHP’ê derket. Bi vê qanûnê tacîzkar, tecawizkar û qatîl serbest hatin berdan."
‘YA GEL RIZGAR BIKE PIŞTEVANÎ YE’
Herî dawî Bûldan, bal kişand ser piştevaniya civakî û wiha bi dawî kir: "Ya me bide jiyandin piştevanî ye. Em vê hişyariya xwe berdewam dikin. Ya ku gel bide jiyandin û ji vê qeyranê rizgar bike ne polîtîkayên gel in. Polîtîkaya piştevaniya civakî ye. Piştevaniya civakî û hêzên demokratîk e. Me kampanya "Malbatên Xwişk û bira" daye destpêkirin. Hevî li gel me ye. Hevî piştevaniya gel e."