Bûldan: Desthilatdarî ne li dijî şewbê, li dijî gelan têdikoşe
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê ne li dijî şewbê, li dijî civakê têdikoşe.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê ne li dijî şewbê, li dijî civakê têdikoşe.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan têkildarî tundiya li dijî jinan a di pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de zêde bûye, li ser hesabên medya civakî yên HDP’ê daxuyanî da. Bûldan bi silavkirina jinên girtî dest bi axaftina xwe kir û ew van rojên zor û dijwar derbas bikin û dê carek din bi jinan û gel re werin ba hev.
‘TUNDIYA LI SER JINAN ZÊDE BÛYE’
Bûldan da zanîn ku di serdema vê şewba dijwar de jî tundiya li dijî jinan nizane sekinandin çi ye û wiha got: “Tundiya li dijî jinan di van rojên dijwar de jî bi lez û bez didome. Her wiha hemû neheqî jî li dijî jinan li pêş dikeve. AKP daxwazên dewleta civakî bi zîhniyeta otoriter bi rê ve dibe û krîzê veguherandiye fersenda aborî û siyasî. Rûyê rast ê AKP’ê di pêvajoya koronayê de pir eşkere ji aliyê her kesî ve tê xuyakirin. Îqtîdar tenê ketiye derdê xwe û alîgirên xwe. Polîtîkayên cudakar, otoriter bi rê ve dibe. Îqtîdara AKP’ê jî bi qasî şewbê jiyana civakî tehdît dike. Di pêvajoyên wiha de herî zêde pêdiviya însanan bi piştevaniyê û alîkariyê heye. Lê şaredariyên muxalefetê ku dixwazin piştevaniya xelkê bikin tên astengkirin. Hemû xebatên muxalefetê terorîze dike û asta xerabiya ku gihîştiyê nîşanî me dide.
‘JIN DIBIN MEXDÛRÊN OTORÎTEYÊ’
Di vê pêvajoyê herî zêde jin dibin mexdûrê otorîteyê. Di van rojên koronayê de tundiya li dijî jinan zêde bûye. Jin tên qetilkirin û hejarkirin û bêkar tên hiştin. Em carek din jî dibêjin zilamên zordestiyê li jinan dikin bi destê îqtîdarê dike. Li derve vîrûsa koronayê gef li jinan dixwe û li malê jî bi tundiya zilaman re rûbirû ne. A rast îqtîdarê bi gotina ‘jiyan li malê xweş e’ tundiya zilaman biriye malê.
Şaredariyên me yên qeyûm tayînî wan hat kirin, li dijî tundiya jinan xebatên bêhempa bi rê ve dibir. Bi dehan saziyên jinan ên şaredariyên me ji aliyê qeyûman ve hatin girtin. Qeyûm ji bo tundiya zilaman bûye fersend. Hemû rê û rêbazên li ber piştevaniya ji bo jinan hatine girtin. Lê ne zilam û ne jî îqtîdar wê bi vê polîtîkayê bi ser bikeve. Em jin xwedî wê hêz û rêxistinê ne ku em dikarin di her warî de piştevaniya hev bikin. Wê tu hêz nikaribe hêza piştevaniya jinan asteng bike.”
‘QANÛNA ÎNFAZÊ RÊ LI BER TUNDIYÊ VEKIRIYE’
Bûldan destnîşan kir ku AKP bi guhertina yasaya înfazê rê li ber zêdekirina tundiya jinan vekiriye û yek ji xerabiyên herî mezin a îqtîdarê jî ev yasa ye û wê rê li ber felaketên mezin veke.
Bûldan, da zanîn ku bi qanûna înfazê “Efûya taybet” ji bo çete, qatil û tecawîzkaran derxistin û got: “Sûcdarên rastîn niha li derve ne û mirovên bêsûc jî di girtîgehan de ne. Qatilên jinan li derve ne, Selahattîn Demîrtaş, Îdrîs Balûken, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Sabahat Tuncel û hevalên wan ên daxwaza aştiyê kirin, di girtîgehan de ne. Bêguman ne em jin, ne gel û ne jî raya giştî ya demokratîk dê vê yekê qebûl bikin. Emê li dijî vê qanûna înfazê ya qanûna mirinê ye têkoşîna xwe dewam bikin.”
‘AKP Û MHP BERPIRSÊN QETILKIRINA JINAN E’
Bûldan, da zanîn ku qanûna AKP-MHP’ê derxist qanûna wehşetê ye û wiha pê de çû: “Bi vê qanûnê ji bo tundiya zilam bêcezatî anîn. Ev qanûn bû sedem ku bavê Ceylan a 9 salî li Dîlokê wê bi awayekê hovane bikuje. Berpirsiyarê tundî û qetilkirinên jinan AKP û MHP ye. Li dijî tundiyê divê bi lezgînî koordînasyoneke krîzê bê avakirin û ev koordinasyon bi rêxistinên jinan re bixebite. Divê ji bo jinên rastî tundiyê tên fonên alîkariyê bên amadekirin û bi her awayî alîkariya van jinan bê kirin.”
‘PIŞGIRIYA CIVAKÊ DIVÊ ZÊDETIR BIBE’
Bûldan, bal kişand ser pêşxistina tevnên piştevaniyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê bi mezinkirina tevnên piştevaniyê bi awayekê hîn xurtir ji vê pêvajoyê derbikevin. Em ê dîsa bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî polîtîkayên tundiyê yên desthilatdariya zilam têk bibin. Kampanya me ya malbatî di heman demê de, piştevaniya xwişktiyê ye. Piştevaniya me ya jinê, ji tifaqa desthilatdariya zilam a tekparêzer bi hêztire. Em dizanîn ku piştevaniya jinê dide jiyîn. Em dizanin ku di rojên koronayê de jin bi hev re bi hêz in. Têkiliya di navbera jinan de her tim pir xurt e. Ji bo ku em vê têkiliya xwe biparêzin divê em xwe jî biparêzin. Yek ji me jî ne bi têneye. Em ê piştî şewbê dîsa li kolanan, li bazaran, di 8’ê Adarê de, di 25’ê Mijdarê de, li qadên Newrozê û li qadên 1’ê Gulanê bi hev re bin. Em hem şewbê û hem jî tundiya desthilatdar a zilam têk bibin.”