Bûldan: Dem dema HDP'ê ye

Hevseroka Giştî ya HDP'ê li mîtînga partiya xwe ya li Gebzeyê axivî û diyar kir ku HDP ji bo vî welatî şensekî mezin e û got, "Dem dema HDP'ê ye."

Rêxistina Kocaeliyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Em ê biguherînin, tavilê îstifa" li navçeya Gebze ya Kocaeliyê mîtîngek li dar xist.

Mîtîng li qada bazara girtî ya Mevlana pêk hat û ji serê sibehê ve gelek kesî berê xwe dan qadê.

Li qada mîtîngê pankarta bi nivîsa "Dem dema HDP'ê ye, êdî bes e, bes" hate dalqandin. Bi hezaran kesî li ber stranên hunermend Pinar Aydinlar govend gerandin.

Dirûşmên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin qîrîn.

Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû li mîtîngê axivî û diyar kir ku ew li dijî tecrîdê, li dijî neheqî û bêhiqûqiyê li qadan e.

BÛLDAN: KRÎZA HEYÎ YA JI SALA 2001'Ê GIRANTIR E

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li mîtîngê axivî û diyar kir ku ew ji bo guhertina Tirkiyeyê li qadan e û got, "Yên ku hildiberînin em in, yên ku keda xwe ji nedîtî ve tê û tê dizîn jî em in."

Bûldan got, "Gelek kesan ji bo çareserkirina krîza aboriyê deng dabûn, lê belê asta ku niha welat anîne ji krîza sala 2001'ê jî girantir e." Bûldan bi dewamî got, "Ev welat welatê darbe û krîzan e. Li vî welatî krîz û darbe qet bi dawî nabin. Em li dijî darbeyan, li dijî krîzan û li dijî tunehesibandinê ne. Em qebûl nakin ku hûn me ji nedîtî ve tên."

Bûldan anî ziman, yekane partiya ku pirsgirêkên vî welatî çareser bike HDP ye û destnîşan kir ku yekane tişta desthilatdariya AKP-MHP li dij têdikoşe, daxwaza mafê mirovan û mafê jinan e.

EM Ê TI CARÎ SERÎ NETEWÎNIN

Bûldan ragihand ku wê ti carî serî netewînin, doza girtina HDP'ê bi bîr xist û got, "Eger li Tirkiyeyê zêdeyî 6 milyon mirov dengê xwe dide partiyekê, hêza kesî têrê nake ku wê partiyê bigire."

'DEM DEMA HDP'Ê YE'

Bûldan di dawiya axaftina xwe de wiha got, "Ez careke din dibêjim ku HDP ji bo vî welatî şenseke mezin e. Ji dil bawer dikim ku ev şens û firsend wê di hilbijartina bê de bibe wesîleya guhertin û veguhertinê. Hêvîdarim ku wê hilbijartineke pêşwext pêk were û Tirkiyeyeke demokratîk a ku AKP û MHP tune ye, Komareke demokratîk û jiyaneke hevpar a gelan ava bibe."

Mîtîng bi stranên Azad Berdan bi dawî bû.