Bûldan: Bila birêz Satir li ber xwe û partiya xwe bikeve!
Bûldan: Bila birêz Satir li ber xwe û partiya xwe bikeve!
Bûldan: Bila birêz Satir li ber xwe û partiya xwe bikeve!
Cîgira Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan, der barê daxuyaniyên Cîgira Serokê Koma AKP'ê yên li hemberî wekîlên jin ên HDP'yî daxuyaniyek da û got, "Bila Cîgira Serokê Koma AKP'ê li ber halê xwe bikevin."
Cîgira Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan da xuyakirin ku Cîgira Serokê Koma AKP'ê Mîhrîmah Belma Satir jî tevlî kampaya lînça siyasî ya hikûmeta AKP'ê û medya alîgirê wê li hemberî HDP'ê daye destpêkirin bûye û destnîşan kir ku Satir wekîlên jin ên HDP'ê hedef girtiye.
Bûldan got, "Birêz Satir, wekîlên jin ên HDP'yî bi 'neteweperestiya etnîkî' sûcdar kir û gotina 'Ez gelekî li ber parlamenterên jin ên li nav HDP'ê dikevim. Nifşekî welê gihandine ku ti nirxên wan ên pîroz nîne' bikar anî."
Bûldan got, "Beriya her tiştî em dibêjin; tevlîbûna siyasetmedareke jin a li vê kampanya lîncê ya hikûmetê ji bo nirxumandina mirinên ji ber helwesta xwe û bûyerên lînçê daye destpêkirin, weke parlamenterên jin ên HDP'yî me xemgîn kiriye. Sûcdarkirina partiyeke ku li dijî neteweperestiya kevnare têdikoşe bi meşandina 'neteweperestiya etnîkî' bi gotina herî sivik, korbûyîna polîtîk e."
Bûldan da xuyakirin ku weke parlamenterên jin ên HDP'yî ew ê di her şert û mercî de behsa azadî, demokrasî, wekhevî, xwişk-biratî û aştiyê bikin û ji bo ev nirx civakî bibin têkoşîna xwe dewam bikin. Bûldan got, "Têkoşîna bi heybet a jinên Kurd ku li tevahiya cîhanê bi heyranî lê tê temaşekirin, di azadiya jinê de ronahiya hêviyê ye. Lewma Birêz Satir a ku di partiyeke xwedî mejiyê mêr, zayendperest û cihêkar a li dijî nasname, vîn û azadiya jinê de Cîgiriya Serokê Komê dike, ne li me, çiqasî li ber xwe û li ber partiya xwe bikeve, ewçend jî têrê nake.
Têkoşîna me ya wekhevî, demokrasî û aştiyê ku bi nêrîna azadîparêziya jinê em dimeşînin, hem ji bo me hem jî ji bo nifşên me yên bi vê têgihiştinê mezin dibin, têkoşîneke di asta pîrozmendiyê de bi qîmet e. Têkoşîn û vîna me ya bi vê nirxê hevpar ê mirovahiyê mezin dibe, li holê ye. Diyare ji bo Birêz Belma Satir ev nirx nayê ti wateyê, lewma hem zehmetiyan dikşîne ku fêm bike, hem jî gotina 'ti pîrozmendiyên wan nîne' bikar tîne.
Divê tavilê ev kampanya lînça siyasî ya yekser ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve li hemberî partiya me hatiye destpêkirin, bê bidawîkirin. Divê her kes bibîne ku heqaret û reşkirina partiya me, rayedarên partiya me, parlamenterên me yên jin û civata me, ji bilî çareseriya pirsgirêkan, pirsgirêkan bêtir kûr dikin û çareseriyê dixetimînin."