Buldan: AKP her ku têk diçe xwe li şer digire!

Hevseroka HDP'ê Pervîn Bulan got, ''Aborî hilweşiyaye, desthilat şer dixwaze .Gel hilbijartinê dixwaze, desthilat behsa şer dike.''

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li civîna koma partiya xwe axivî.

Buldan têkilî salvegera 6'an a Komkujiya Garê ya Enqerê axivî, diyar kir komkujiya Pirsûsê û 10'ê Cotmehê ji bo plana kaosê ya têkilî hilbijartinê tenê çend ji wan keviran bûn ku hatibûn danîn û got ew kesên li pişt komkujiyê xweş nas dikin. Buldan got, ''Ji 5'ê Hezîranê heta bi Pirsûsê, Dîlokê em pir xweş wan nas dikin û bi wan dizanin.''

Buldan bi berdewamî Doza Pirûsê ku 22'yê Cotmehê wê li Rihayê çêbibe bi bîr xist û got, ''Em careke dî bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku xwedî li vê dozê derkevin. Belê em xweş bi wê sedemê dizanin bê ka çima kesên ku di doza Kobanê de bersûc in dixwazin HDP'ê bikin bersûc. Ev bi wê tirsê ye ku dixwazin ser sûcê xwe bigirim. Rehtiya ji ber ku têkçûna tarîtiya DAÎŞ'ê û tolhildana wê ye.''

Têkilî êşkenceya li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê jî Buldan got, ''Giyanê darbekar, êşkencekar a 12'ê Îlonê îro disa li ser kar e. AKP li vê mîrateyê xwedî derketiye. Bila AKP zanibe, plana we ya têkşikandinê ku hûn li derve û li girtîgehan rê ve dibin wê bi ser nekeve. Yên beriya we jî xwe ceribandin, bi ser nekeketin û hûn ê jî bi ser nekevin.''

Buldan bi berdewamî krîza aborî ya Tirk bi bîr xist û got, ''Aborî hilweşiyaye, desthilat şer dixwaze. Gel hilbijartinê dixwaze, desthilat dibêje, şer. Gel behsa debarê dike ev behsa şer dikin. Em jî dibêjin, gel we jî naxwaze, polîtîaya we ya şer jî naxwaze û dibêje, 'êdî bes e.''

Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan her wiha bal kişande ser êrîşên li ser jinan û got, ''Ên ku kujerên jinan diparêzin, îstîsmarkaran berdidin, ên ku polîtîkaya cezanekirinê qeyîm dikin, hewl didin wan jinên ku rastiyê dibêjin bêdeng bikin û tundiyê meşrû bikin. Gefxwarin û çavtirsandinên we bi kêrî tiştekî nayên. Jin ji we natirsin. Lê hûn ji jinan bitirsin. Ji ber ku jin wê dawî li desthilata we bînin.''