Bulbul: Nedîtina sûcdar sûc e

Parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul bal kişande ser paşguhkirina êrîşên li dijî Elewiyan û got: “Nedîtina sûcdar sûc e.”

Parlementerê HDP’ê yê Entalyayê Kemal Bulbul diyar kir ku nivîsa gefa mirinê ya li Pendîkê ne bi tenê ye, êrîşek sistematik e û teqez kir pêwîst e Elewî bi hemû pêk hateyên xwe ve li gorî vê tevger bike.

Parlementerê HDP’ê yê Entalyayê Kemal Bulbul, di derbarê nivîsa bi îşareta ‘X’ a “Ji Elewiyan re mirin” a destpêka vê heftiyê ya li ser dîwarê avahiya li Pendîk/Stenbolê ji ANF’ê re axivî.

Bulbul bibîr xist ku êrîşên bi vî şêweyî ne yên yekemin û got: “Ev polîtîkaya dewletê ya sîstematîk e. Rêjeyek diyar a raya giştî jî cuda temaşeyî bûyerên bi vî şêweyî dikin. Wisa dixwazin bidin nîşandan ku yek aciz bûye ev nivîs nivîsandiye lê em vê nîşaneyê ji Mereşê ve dizanin. Yek ji rêbazên sîstemên nijadperest, faşîst û takekesî ye. Dewlet û saziyên berpirsyar ne di xema wan de ye. Wê demê ew hevkarên vê ne. Nedîtina sûcdar sûc e.”

ELEWIYAN WEKE GEF DIBÎNIN

Bulbul diyar kir ku Elewî li ber sîstemê radibin wiha got: “Elewiyên ku îtirazî sîstemê dikin, têkildarî mirov, xweza û civakê; di warê heq û maf de nîzama yekparêz û nîjatperest a sîstemê qebûl nakin, di nava sîstemê de ji bo xwe weke gefekê dibîn û dibêjin; ‘şevekê em ê werin’. Van gotinan ji bo Efrîn û Kobanê jî kirin.”

NE BI TENÊ YE, SÎSTEMATÎK E

Bulbul bang li sazî û gelê Elewî kir û diyar kir ku ya li Pendîkê hatî kirin ne bitenê ye, êrîşek sîstematîk e û got: “Li beramberî vê erkek dikeve li ser milê sazî, civak û paydaşên Elewiyan. Pêwîste seknek Huseynî û Zeynebî nîşan bidin. Huseyin li Kerbelayê li dijî Yezîd, ji ber ku azadî, edalet û wekhevî xwest hate qetilkirin. Îro divê em jî hem sekna Huseyîn hem jî ya Zeynebê raber bikin.”