Brandon Gamblen ê ji Kanadayê, ji bo dokûmanterekê li ser berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava amade bike, tevî hevalê xwe Nadîm Feaîh çû Rojava û dest bi kişandina dîmenan kir.
Komkujiyên çeteyên barbar ên DAIŞ'ê û lehengiya şervanên YPG/YPJ'ê ku li dijî DAIŞ'ê şer dikin, bandoreke mezin li Brandon dike. Brandon biryarê dide tevlî nava refên YPG'ê bibe.
Gamblen dibêje sê sedemên hatina wî ya Rojava û tevlîbûna li nava refên YPG'ê hene. Ji ber ku xwedî nêrîneke cîhanê ya şoreşger e, ji ber ku hevalekî wî di sala 2015'and e ji aliyê DAIŞ'ê ve hate serjêkirin û ji ber têkiliya hevrêtiyê ya navbera şervanên YPG/YPJ'ê yên birîndar ên li nexweşxaneyê, ew tevlî nava YPG'ê bûye.
Gamblen da xuyakirin, ku gelek kesên li Montrealê tevlî nava DAIŞ'ê bûn, lê kesekî bi tenê jî tevlî nava refên YPG'ê nebûn û wî ev yek ji bo xwe weke şermekê didît. Gamblen anî ziman, ev yek di heman demê de bû sedemek ku berê xwe da Rojava.
'EZ ÇIMA HUNERA XWE JI BO YPG'Ê Û GELÊ KURD BI KAR NEYNIM?'
Gamblen da xuyakirin, ku ew xweş çekê bi kar tîne û piştî ku ji xwe pirsî ye 'Çima vê hunera xwe ji bo YPG'ê û gelê Kurd bi kar neynim?' tevlî nava refên YPG'ê bûye. Gamblen qala operasyona xwe ya destpêkê ya leşkerî dike: "Dema me li dora Bendava Tişrînê dîmen dikişand, DAIŞ'ê êrîş kir. Em gelekî hêrs û aciz bûn. Min jî ji xwe re got, 'ez dikarim li dijî van şer bikim' û tevlî nava YPG'ê bûm. Piştre min li tabûra Rustem ê şehîd bû, wezîfedar kirin. Li Şedadê em tevlî şer bûn. Bi sê tabûran em tevlî operasyonê bûn. Em li pêşiya eniyê bûn. Me operasyon dan destpêkirin. DAIŞ'ê li gundan, ji bo pêşî li me bigire, bi topên hawanê û wesayîtên bombebarkirî êrîş dikir. Ketina nava gundan ne zehmet bû. Lê belê dema em ketin nava Şedadê gelek hevalên me şehîd bûn. Roja destpêkê me dor li bajêr girtin, roja duyemîn jî em ketin navê. Mal bi mal me operasyon meşand. Di her kêliyê de êrîş li me dihat kirin. Di roja sêyemîn a operasyonê de hevrê Rustem şehîd bû. Şerekî dijwar qewimî. Me hemû navendên DAIŞ'ê yek bi yek îmha kirin. Derba dawî jî ji aliyê balafirên DYA ve hate lêdan. Em sê rojan qet raneketin. Di du rojên dawî de xwarin tinebû. Dema em li bajêr bûn serdest, me tilîliyên jinan bihîstin. Di wê kêliyê de me fêhm kir ku temamiya Şedadê hatiye rizgarkirin û em bi ser ketine. Me li navenda bajêr agirekî mezin dadan û li dora wê govend gerand. Hesteke gelekî xweş bû."
'TÊKILIYA YPG/YPJ'Ê BI GEL RE, TÊKILIYEKE DOSTANE YE'
Gamblen anî ziman, ku wan piştre bombe û xefikên li nava malan û kargehan îmha kirine û piştî bajar bi temamî rizgar kirin, ji derve ve alîkariya lojîstîk û xwarinê hatiye. Brandon got, wan piraniya vê xwarinê li gel belav kirine û çîkolata dane zarokan.
Brandon Gamblen destnîşan kir, ku YPG/YPJ'ê li cihê rizgarkirî têkiliyên gelekî baş û dostane bi gel re datîne diyar kir, dema wan Şedadê rizgar kirin, bihîstin ku çeteyên DAIŞ'ê ji sînorê Tirkiyeyê êrîşî Silûkê dike, lewma bi lez û bez ketin nava tevgerê: "Li derdora Silûkê dema em li çeteyên DAIŞ'ê digeriyan, Bawer û Aras li pêş bûn. Ji nişka ve teqînek çêbû û her du hevrêyên me li wir şehîd bûn. Me DAIŞ'iyên ketin Silûkê têk birin. Di şer de sê hevalên me şehîd bûn, çar jî birîndar bûn. Gel xwarin û vexwarin ji me re danî. Me bihîst ku DAIŞ'ê serê zarokekî 10 salî jê kiriye, ku ji ber ev zarok Kurd bû, hovîtî lê kiriye. Vê yekê gelekî em êşand. Piraniya mirovên li Silûkê dijîn Ereb in. Me bi ti awayî cihêkarî nexist navbera wan. Bi rengekî wekhev em nêzî her kesî bûn."
'MIN DOSTANÎ Û HEVRÊTIYA RASTÎ DI NAVA REFÊN YPG'Ê DE DÎT'
Gamblen da zanîn, piştî Silûkê wî di nava tîma sûîqestê de hem perwerdeya siyasî hem jî ya leşkerî dîtiye û piştî qedandina perwerdeyê li bendê ma ye tevlî operasyona Minbicê bibe. Brandon Gamblen diyar kir, operasyona Minbicê dereng ket û di vê navberê de zarokê wî nexweş ketiye û ji ber pirsgirêkên madî yên malbata wî, wî ji YPG'ê destûr girtiye û vegeriya ye Kanadayê.
Brandon Gamblen ragihand, dema çû Kanadayê têkiliya xwe bi Rojava û YPG'ê re dewam kiriye, bihîstiye ku hin hevalên wî di operasyona Minbicê de şehîd bûne û vê yekê gelekî ew êşandiye. Gamblen got, "Ez li gelek cihî geriyam, lê belê min dostanî û hevrêtiya rasteqîn di nava refên YPG'ê de dît û jiyam. Min weke yekî ji xwe didîtin. Gelekî qedir û qîmetê mirovan digirtin. Di nava YPG'ê de min nedît kesî dengê xwe li yê din bilind kiriye, yan jî bi hev ketine. Sîstema tekmîlê heye. Eger pirsgirêka yekî hebe, di dema tekmîlê de bilêv dike. Ji ber ku hemû pirsgirêk tên çareserkirin, kes kesî naêşîne."
'NABE KU TU BI HESTEWARÎ TEVBIGERE Û BI RENGEKÎ NEBAŞ NÊZÎ DÎLGIRTIYAN BIBE'
Ji bo pirsa "Te çeteyên DAIŞ'ê dîtiye yan na û YPG bi çir engî nêzî dîlgirtiyên cîhadiyan dibe?" Brandon Gamblen vê bersivê dide:
"Min tenê DAIŞ'iyên mirî dîtibû. Li Şedadê piraniya DAIŞ'iyên mirin, Çeçen bûn. Yên dîl dihatin girtin, ji xwe ji aliyê tîmên pêwendîdar ve dihatin birin. YPG'ê ti carî DAIŞ'iyekî teslîm bû yan jî dîl hate girtin, nekuşt. Yên birîndar dibir nexweşxaneyê, tedawî dikir û piştre dişand girtîgehan. Hevrêyên min Rustem, Bawer û Aras ên ku min gelekî ji wan hez dikir, kuştin. Ez gelekî li dijî DAIŞ'iyan bi hêrs bûm. Lê belê di nava YPG'ê de dîsîplîneke zexm heye. Nabe ku tu li gorî hestên xwe tevbigere, dîlgirtiyan bikuje yan jî bi nebaşî nêzî wan bibe. Helwesta şervanan a li dijî dîlgirtiyan, bi rastî jî ez matmayî hişt."
'DIVÊ SÎSTEMA DEMOKRATÎK Û WEKHEVÎPARÊZ A LI ROJAVA WERE PARASTIN'
Gamblen têkildarî girîngiya cihgirtina li nava refên YPG/YPJ'ê û destekkirina Şoreşa Rojava got, "Li herêmê yekane hêza li dijî DAIŞ'ê şer dike, YPG û YPJ ye. Şoreşa Rojava şoreşeke gel e, şoreşeke jinê ye. Jin li refên herî pêş ên şer cih digirin. Lazim e sîstema demokratîk û wekhevîparêz a li Rojava were parastin. Pêwîste ev sîstem bijî."
'LI ROJAVA DOSTANIYA RASTEQÎN Û JIYAN HEYE'
Brandon Gamblen ev mesaj da YPG/YPJ û gelê Rojava: "Li Kanadayê, her kesên min dîtiye, hez ji YPG/YPJ û Şoreşa Rojava dike. Heta niha min kesek nedît ku têkildarî wan tiştekî nebaş gotiye. Ez û yên mîna min, nekaribin careke din biçin Rojava jî, em ê ti carî hevrêyên xwe yên şehîd bûne, ruhê hevrêtiyê ji bîr nekin. Li wê derê dostaniyeke rasteqîn û jiyan heye, ku berjewendî dernakeve pêş. Ji ber vê yekê piraniya mirovên diçin Rojava naxwazin vegerin. Ez ê ji her kesî, ji zarokên xwe, ji neviyên xwe re qala Şoreşa Rojava bikim."