Bozlak: AKP’ê û CHP’ê hemû pêşniyarên me red kirin

Bozlak: AKP’ê û CHP’ê hemû pêşniyarên me red kirin

Parlementerê BDP'ê yê Edeneyê û endamê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê Murat Bozlak, derbarê pêşnûmaya parastina zimanê zikmakî de diyar kir ku, muxalefeta herî hişk ji CHP'ê hat û wiha got: "Di hevdîtinên de hin guhertin çêbûn. Lê dest nedan cewherê wê. Dîsa gotin divê mesrefa tercûman dadgeh bide, lê dema bersûc hate cezakirin vê carê dê heqê werger bersûc bide. AKP'ê hemû pêşniyarên me red kirin û qebûl nekir.

Pêşnûmeya derbarê parastina zimanê zikmakî ya ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hate amadekirin û pêşkêşî meclîsê hatekirin ji bo nirxandinê ji komîsyona jêr re şandin. "Pêşnûmeya Zagona derbarê guhertina Înfaza Tedbîrên Ewlehî û Ceza ya bi Zagonên Dadgehên Ceza" ya parastina zimanê zikmakî ku di Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan ya Meclîsê de wekî komîsyonek dawî tê dîtin, piştî ji komîsyona Wezareta Dadê re derbaz bû hewaleyi komîsyona jêr kirin.

Parlementerê BDP'ê yê Edeneyê û endamê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê Murat Bozlak, têkildarî niqaş û nirxandinên derbarê komîsyonê de ji ajansa DÎHA'yê re aşivî. Bozlak diyar kir ku, muxalefeta herî hişk ji CHP'ê hat û wiha got: "Di hevdîtinên de hin guhertin çêbûn. Lê dest nedan cewherê wê. Dîsa gotin divê mesrefa werger dadgeh bide, lê dema bersûc hate cezakirin vê carê dê heqê tercûman bersûc bide. AKP'ê hemû pêşniyarên me red kirin û qebûl nekir."

Bozlak da zanîn ku, destpêkê di pêşnûmayê de wekî "Kes divê bi zimanê herî baş dizane xwe biparêze" bi vî rengî cih dide mafê parastina zimanê zikmakî û wiha got: "Di vê mijarê de pirsgirêk zêde tune ye. Li gorî CMK’ê darizandin ji 2 pêngavan pêk tê. Gava destpêkê ji binçavkirinê heta dozgeriyê destpê dike. Gava duyem pêvajoya darezandinê ye. Lê gava destpêkê li berçavan nayê girtin, gava duyemîn li ber çavan tê girtin. Ger ku darizandinek dadî bê xwestin divê her du gav bi hev re bê meşandin. Hemû hev temam dike. Gerku gava destpêkê mafê parastinê tune be û gava duyemîn mafê parastina zimanê zikmakî bidin ev ne dadiye. Me ev yek qebûl nekir. Me xwest parastina zimanê zikmakî ji destpêka binçavkirinê heta darizandinê bidome.

Bozlak da zanîn ku, di parastinê de tenê cih didin parastina devkî û cih nadin parastina nivîskî û wiha berdewam kir: "Mijarek din jî wergere. Dixwazin heqê parastinê ji aliyê bersûc ve bê dayîn. Wê demê kesê rewşa wî baş be dê karibe wergêr bigire, lê kesê rewşa wî nebaş be jî nikare wergêr bigire. Ev yek jî ne li gorî mafên mirovane. Divê ev lêçûn ji aliyê darazê ve bê dayîn. Lê ev jî ter nake. Divê mijarên cewherî jî bên guhertin. Dadgeh ger ku bersûc ceza bike jî dê vê carê pereyê werger dîsa ji bersûc bigire. Ev ne raste. Em li dijî vê yekê derketin, lê nehat qebûlkirin. Herî zêde CHP li dijî daxwazên me derketin û AKP'ê jî hemû daxwaz û pêşneyarên me qebûl nekirin û red kirin.