Bozgeyîk: Taloke mezin dibe, divê tevdîrên mayinde werin standin

Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk got vîrûsa koronayê li Tirkiyê hatiye asteke zêde û taloke her ku diçe zêdetir dibe.

Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Kamûyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk debarê vîrûsa koronayê ku her diçe asta wê zêde dibe bang li îdareya kamûyê û hikûmetê kir.  Bozgeyîk got ew ji serî de rêbaza têkoşîna çalak tînin ser zimên û got, ''Tekana pêşîlêgiriya talokeya ku her diçe zêde dibe ne palîyatîf e, ji bo ku tevdîrên mayinde û rastîn werin standin divê pêvajo bi rengekî zela were rêvebirin.''

Bozgeyîk her wiha got divê pêvajo bi xebata hevpar a zanyar, rêxistinên pîşeyî yên tendiristiyê, rêxistinên kedê û rêveberiyên xwecih, bi hemû derdoran re ku bi milyonan karkeran, gel temsîl dikin were rêvebirin. Bozgeyîk got, ''Heyf, heta niha rêveberên welêt guh nedana banga me, heta niha guhd ji daxwazên me re girtine, ji tevdîrên ku wê gel û kedkaran bipareze.''

Bozgeyîk her wiha got mafê jiyanê yê kedkaran nayê parastin û got di serî de xebatkarên tendiristiyê û sektorên taybet, hêla ku gefê li hemû civakê dixwe, desthilatdar dixwaze bi giştînameyên ku yek alî hazir dike, bi guherînan yasayan û pakêtan çareser bike lê tê dîtin ku tevdîrên rastîn nehatine standin.

DIXWAZIN HÊLÊ JÎ JI XW RE WEKÎ FERSENDÊ BI KAR BÎNIN

Bozgeyîk  bi berdewamî got tevdîrên desthilatdariyê ji cidîyetê dûr in û domadn, ''Mirov ketine derdê jiyana xwe, desthilatdarî di vê rewşa kaotîk de gavên wiha yên di berjewendiya xwe de davêje'' behsa pakêta kêmkirina cezayê înfazê ya ku AKP-MHP'ê hazir kiriye û li derveyî vê hiştina nûçehan, demokrat, rewşenbîran bi bîr xist, bal kişande ser qeyûmên li ser şaredariyên HDP'ê û got, ''Ev hemû nîşan didin ku desthilatdar dixwaze hêla covîd-19'ê jî li dijî wan hemû derdoran bi kar bîne ku li dijî van polîtîkayan radibin.''

'TEST KÊM IN'

Bozgeyîk got divê deshtilatdariya AKP'ê nema gefê li wan kesan bixwe ku dibêjin tevdîrên ku têne standin têrê nakin, diyar kir testên ku têne kirin pir kêm in, divê hijmara testan were zêdekirin û ji bo pêşî li berbelavbûna covîd-19'ê were girtin çi kesê ku semseletên hilmstandinê hebin testa wan were kirin.

'DIVÊ JI KAR AVÊTIN WERE QEDEXEKIRIN'

Bozgeyîk her wiha got di pêvajoya hêla covîd-19'ê de divê test bêpere be û daxwaza girtiyan were bicihanîn. Bozgeyîk got,''Di vê pêvajoya krîzê de ji ber kargehên ku têne gitin bi sedhezaran kes wê bêkar bimînin. Ji ber vê desthilatdarî bêyî ku li ti şertî bigere divê ziyana kesên ku bêkar mane bide. Divê jikaravêtin were qedexekirin.''

DIVÊ GIRTÎ WERIN BERDAN

Li ser rewşa girtîgehan jî Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk got, ''Divê girtî zû werin bedan, divê mafê jiyanê û azadiya derbirînê esas were dîtin, girtiyên siyasî, nûçegihan, yixtiyar, girtiyên nexweş, zarok werin berdan, ceza werin taloqkirin.''