Boykota Kurdan ya Bexdayê bidawî bû

Boykota Kurdan ya Bexdayê bidawî bû

Boykota wezîr û parlementerên Başûrê Kurdistanê ya di rûniştinên parlemento û kabîneya Bexdayê de bidawî bû.

Serokwezîrê hikumeta Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barazanî di daxuyaniya ku dayî de ragihand ku, bi civînek ya ku hemû nûnerên partiyên Kurd tevlîbûyî de biryara boykotkirina vîna Bexdayê hatiye paşve kişandin, êdî dê parlementer û wezîrên Kurd tevlî rûniştinên parlemento û kabîneyan bibin.

Piştî ku îdareya Başûrê Kurdistanê û hikumeta Bexdayê de li ser parvekirina dahata petrolê ya di firotinan de tê bidest xistin li hev nekir û peymana hatî kirin îdareya Malikî qebûl nekir, di hevdîtinên li ser bûtçeyê lihev nekirin li ser vê yekê wezîr û parlementerên Kurd dest bi boykotê kiribûn.

Hikumeta Malikî jî li cihê wezîrên dest bi boykotê kirine, li cihê wan demkî hinek kesên din tayîn kiribû, vê pêngavê bertekek mezin ya îdareya Başûrê Kurdistanê çêkiribû.