Boykota dibistanên Tirk rastî piştgiriyê tên

Boykota dibistanên Tirk rastî piştgiriyê tên

Enstîtûya Kurdî û Yekîtiya Mamosteyên Kurd daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin boykota ji aliyê Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya Kurdî ya KCK’ê, ku di hefteya destpêka sala perwerde û hîndekariya 2014-2015’an de tê destpêkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku  wek tê zanîn, bi dehan sal e, li Kurdistanê, Zimanê Kurdî yan qedexe ye, yan jî li pêşiyê astengî û kaos heye û got: “Bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê di dibistanan de Zimanê Kurdî ji binî de qedexe ye û tenê bi zimanê Tirkî perwerde pêk tê. Ev yek jî dibe sedem ku zarokên Kurdan ji zimanê dayika xwe bêpar bimînin.”

DIVÊ EM XWEDÎ LI ÇAND Û DÎROKA XWE DERKEVIN

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Li gor danezan û mafên mirovan ên navneteweyî, ev yek jî tawanê mirovahiyê ye. Komara Tirk vê tawana dijmirovahiyê li ber çavên me Kurdan û li ber çavên hemû cihanê pêk tîne. Lê tu dengek ne ji cihanê derdikeve, ne jî ji me. Ji me derkeve jî gelekî lewaz e û bê encam dimîne. Lewma divê em li çand û dîroka xwe xwedi derkevin. Kesê ku haya wî ji çand û dîroka wî tune be jî, ji xwe miriye.

Ji bo ku em êrîş û qedexeyên li ser zimanê xwe vala derînin, divê em ji ziman û çanda xwe dûr nekevin û li her war û qadên jiyanê de wan biparêzin. Li ziman û çandê xwedî derketin, erka her Kurdî ye. Çîn, ol, bawerî û bîrdoziya wî çi dibe bila bibe, divê her Kurd zimanê xwe ji ronahiya çavên xwe pêştetir bigire û di her qadên jiyanê de lê xwedî derkeve.

Ji ber van, em wek du saziyên Kurdan ên li Ewropayê, boykota ji aliyê Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya Kurdî ya KCK’ê, ku di hefteya destpêka sala perwerde û hîndekariya 2014-2015’an de tê destpêkirin, destek dikin. Her wiha em cihê xwe li gel çalakiyên ji bo pêşxistina ziman û çanda Kurdî yên ji vir û pê vê jî bên lidarxistin, digirin û piştgirên van çalakiyan in.”