Bombeya gazê çavê kesekî din rijand

Bombeya gazê çavê kesekî din rijand

Li Kolana Sarigazî Demokrasî, kapsula bombeya gaza îsotê çavê çepê yê Orhan Şahîn (33) salî rijand. Tedawiya Şahîn a li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Umraniyeyê dewam dike.

Li Sarigazî, êvara 13'ê Îlonê, bi armanca şermezarkirina dijwariya polîsan û kuştina Ahmet Atakan xwepêşandanek hat lidarxistin, lê belê protestoya li vê derê jî rastî destwerdana polîsan a bi bombeyên gaza îsotê û guleyên plastîk hat. Di vê kêliyê de Orhan Şahîn ê li kargehekê dixebitî, ji ber kapsula bombeya gazê ya polîsan li çavê wî ket, birîndar bû. Tevî emeliyata 5 saetan a li Nexweşxaneya lêkolîn û Perwerdeyê ya Umraniyê Şahîn çavekî xwe winda kir.

Hevalên Şahîn ragihand ku tedawiya wî dewam dike û gotin, "lê belê doktor dibêjin ku çavê wî yê çepê êdî zehmet e bibîne. Kapsula bombeyê li nava çavê wî ketiye û çavê wî bi temamî rijiyaye. Orhan niha dermanan bikar tîne û carna tê hişyarkirin. Rewşa wî baş e, lê hînê îfade nedaye polîsan. Tê payîn îro îfadeyê bide. Çawaniya bûyerê, dê piştî îfadeya Orhan diyar bibe."