Bombebarana li Licê didome
Bombebarana li Licê didome
Bombebarana li Licê didome
Serokê Rêxistin BDP'ê yê Lîceyê Harun Erkuş, diyar kir ku ew li hembera operayonê ne û bombebaran berdewam dike.
Operasyona li çoltarên gundên Kelwas, Cidezuz û Dîbekê yên li herêma Pişe Kevirê ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê ya leşkerî ya bi piştgiriya helîkopteran dest pê kir berdewam dike.
Piştî operasyonê dest pê kir Rêxistina BDP'ê ya Lîcê û gelek welatî ber bi herêma operasyonê ve derketibûn rê. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Lîceyê Harun Erkuş diyar kir ku ketin û derketina navçeyê ji aliyê leşkeran ve hatine girtin lê welatiyan riyên gundan bikaranîn û gihiştin herêma operayonê û niha li herêma operayonêne û bombebaran berdewam dike.
Erkuş, da zanîn ku ligel bi sedan kes li herêma tê bombebarankirin in welatî ber bi herêmê tên. Erkuş, da zanîn ku li gelek nokteyan leşker hene û li herêma ew lê bêhna barutê tê.
Hate zanîn ku Rêxistina BDP'ê ya Amedê ya ber bi herêma operasyonê ve derket rê hêj negihiştiye Lîcê.