Bloka Aştiyê, têkildarî pêşnûme qanûna li ser rakirina mafê destnedanê, ku wê sibe bikeve rojeva meclîsê, li Odeya Endezyarên Makîneyê civîneke çapemeniyê lidar xist.
Di civînê de Hevberdevka Demî ya Bloka Aştiyê Çîgdem Ozbaş, wekîla berê ya CHP'ê Bînnaz Toprak û wekîlê HDP'ê yê berê Sezaî Temellî amade bûn. Bloka Aştiyê di civînê de bang li wekîlên meclîsê kir û xwest daxwaza AKP'ê ya rakirina destnedana wekîlên HDP'ê red bikin. Hevberdevka Demî ya Bloka Aştiyê Çîgdem Ozbaş anî ziman ku ev daxwaza AKP'ê rêya çareseriya pirsgirêka Kurd a li meclîsê digire û di heman demê de rê li pêş avakirina rejînek nû vedike. Ozbaş anî ziman ku ger bi fermana Qesrê destnena wekîlên HDP'ê bên rakirin wê ev parlament rewa neyê dîtin.
Wekîla berê ya CHP'ê Bînnaz Toprak jî anî ziman ku ev daxwaza AKP'ê li dijî hiqûqê ye got: "Ev daxwaz li dijî rêzikname û destûra bingehîn e. Dixwazin mafê parastina wekîlan jî ji destê wan bê girtin. Em pevajoya 17-25'e Kanûnê jî dizanin. Ji bo wan destnedan nehat rakirin. Ji xwe hemû meclîs di bin desthilatdariya AKP'ê de ye. Destnedan bê rakirn jî wê êdî meclîs kar neke neke. Ya herî girîng wê heviya aştiye tine bibe." Toprak diyar kir, eger CHP daxwaza AKP'ê erê bike, wê ev yek bibe girêkek li pişta CHP'ê.
Wekîlê berê yê HDP'ê Sezaî Temellî jî anî ziman ku ev li dijî destûra bingehîn e û destnîşan kir, ku bi vê yekê re tê xwestin pêşî li serokdewletiyê vekin.