Biryardariya 500 hefteyan
Biryardariya 500 hefteyan
Biryardariya 500 hefteyan
Malbatên windahiyan û parêzvanên mafên mirovan, têkoşîna li dijî windahiyan ji sala 1995'an û vir ve didomînin. Dayikên Şemiyê, vê hefteyê wê di hefteya 500. de li Galatasarayê bicivin.
Têkoşîna li dijî windahiyên di binê çavan de ya li Tirkiyeyê, bi têoşîna ji bo dîtina şoreşgerê komunîst Hasan Ocak destpê kir. Her çend windahî û kuştinên kiryar nediyar ji salên '70'yî û pê ve di rojeva Tirkiyeyê de bû, li dijî vê polîtîkaya dewletê têkoşîneke bi rêk û pêk nehat birêxistinkirin.
WE BI SAXÎ GIRTIN EM BI SAXÎ DIXWAZIN
Ji pêşengên serhildana gel a li dijî êrîşa kontrgerîla ya li taxa Gazî ya Stenbolê Hasan Ocak, di 21'ê Adara 1995'an de hat revandin. Malbat û rêhevalên wî, ji bo dîtina Hasan Ocak dest bi têkoşîneke bi dirûşma "We bi saxî girtin em bi saxî dixwazin" kirin, ku vê têkoşînê bi mehan dewam kir.
Ji bo Hasan Ocak li meydanên bajêr find hatin vêxistin, avahiyên CHP'ê hatin dagirkirin, grevên birçîbûnê hatin kirin, sendîkayên karker-kedkaran meş lidar xistin. Li gel vê têkoşîna li kolanan, malbata Ocak herî li hemû meqamên fermî da. Lê belê her saziyê ji malbatê re got, "Di qeydan de kesekî bi vî rengî nîne."
Agahiya li ser Ocak ancax di roja 57. de hat. Bedenê Hasan Ocak ê îşkence lê hatibû kirin, li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê hat dîtin. Hasan Ocak ê bi têlê hatibû vetisandin, mîna ku li hemû binçavkiriyan tê kirin kemer û benê pêlava wî jê hatibû girtin. Cenazeyê ku di 17'ê Gulanê de ji Goristana Bêkesan hat derxistin, di 19'ê Gulanê de ji aliyê bi hezaran kesî ve li Goristana Gazî hat veşartin.
CENAZEYÊN KARAKOÇ Û ŞÎMŞEK JÎ HATIN DÎTIN
Bi dîtina Hasan Ocak re dewlet li ser sûc hatibû zevtkirin. Lê belê kiryar nehatin dîtin. Bi bandora têkoşînê re, bûyerên windakirina di binê çavan de jî kêm bû, cenazeyên Ridvan Karakoç û Ayşenûr Şîmşek jî hatin dîtin. Ayhan Ûzala yê hat binçavkirin jî, di encama têkoşîna hat meşandin de, piştî 21 rojan, bi saxî bi awayekî çavgirtî li herêma Îzmît-Hendekê ku jê re 'Sêgoşeya Mirinê' tê gotin, hat dîtin.
Piştî ku cenazeyê Hasan Ocak hat dîtin, têkoşîn neqediya. Vê carê bi dirûşma "Bila windahî bên dîtin, berpirsyar bên darizandin" têkoşînê destpê kir. Otobusa windahiyan a ji Kadikoyê hat birêkirin, çû gelek bajarên Kurd û Tirkan û behsa windahiyan kir. Dayik Emîne Ocak û xizmên din ên windahiyan, pêşiya Meclîsê veguherandin qada çalakiyê.
RÛNIŞTINA DESTPÊKÊ DI 27'Ê GULANA 1995'AN DE
Li stenbolê jî, li Kadikoy û Bakirkoyê çalakiyên rûniştinê dewam kirin. Mîna çalakiyên Pêncşemê yên Dayikên Plaze de Mayo yên Arjantînê, çalakiyên Şemiyê destpê kirin. Bi pêşengiya malbata Ocaka, dayika Huseyîn Toraman Hatîce Toraman, hevsvera Hasan Gulunay Bîrsen Gulunay û parêzvanên mafên mirovan, di 27'ê Gulana 1995'an de li ber Lîseya Galatasarayê yekemîn çalakiya rûniştinê ya Şemiyê destpê kir. Xizmên windahiyan, dostên wan û parêzvanê mafên mirovan her hefte roja Şemiyê, saet di 12.00 de bi qurnefîl û wêneyên windahiyan li Galatasarayê hatin cem hev.
Di çalakiyên heta 13'ê Adara 1999'an dewam kirin de, malbatan weke berpirsyarê windahiyan kontrgerîla nîşan dan û xwestin berpirsyar bên darizandin.
Lê belê ev 200 hefte ewçend bi hêsanî nebuhurî. Malbat rastî zext û zora dewletê hatin. Bi porê dayikan hat kirin û bi erdê hatin kaşkirin, bombeya gazê li hemberî wan hat bikaranîn, kûçik berdan nava wan, hatin binçavkirin û girtin. Dema çalakî gihaşt hefteya 200., ji ber êrîş û zextan hat bidawîkirin.
Lê belê piştî ku kujerên windahiyên di binê çavan de di çarçoveya lêpirsîna Ergenekonê de hatin girtin, malbatan ji bo windahiyên wan jî bibin mijara darizandinê di 31'ê Çileya 2009'an de ji nû ve dest bi çalakiyên rûniştinê kirin.
EV HEFTE HEFTEYA 500. E
Dayikên Şemiyê vê hefteyê wê cara 500. bên cem hev. Malbatên dibêjin, "500 hefte ne li edaletê digerim" bang li her kesî dikin ku di 25'ê Cotmehê saet di 12.00 de li Galatasarayê bicivin.