Biryara ‘Rakirina destlênedayînê” taloqî Duşemê bû
Hevdîtinên ji bo rakirina destlêdayîna wekîlên HDP’î ya li meclîsê, taloqî roja Duşemê hate kirin.
Hevdîtinên ji bo rakirina destlêdayîna wekîlên HDP’î ya li meclîsê, taloqî roja Duşemê hate kirin.
Hevdîtinên ji bo rakirina destlêdayîna wekîlên HDP’î ya li meclîsê, taloqî roja Duşemê hate kirin.
Rûniştina nîqaşên rakirina destlênedanan ji saet 11:00’ê sibehê destpê kir û heta piştî nîvroyê jî berdewam kir. Biryara “Rakirina Destlênedayînê” ya ku bû sedama şerên di navbera parlamenterên HDP’î û AKP’ê de, taloqî roja Duşemê hate kirin. Serokê Komîsyonê Mûstefa Şentop diyar kir ku hevdîtin taloqî roja Dûşemê saet 15:00’an bûye.
Hevdîtina ku rojnamevan negirtin hundir, ji ber ku cih ji bo parlementeran nehatibû veqetandin û rastî êrîşên AKP’î hatin, hevdîtin nivco man.
Êrîşên AKP’î, ji duh şev ve li Desteya Giştî ya Meclisê destpê kiribû. Di êrîşên duh de 3’ê parlamenterên HDP’î birîndar bibûn, di êrîşên îro de jî pozê Erdal Ataş ê HDP’yî şikest.
HDP’î ku van hevdîtinan mîna “Pêvajoya Derbeyê” bi nav dikin, tê payîn ku wê roja Duşemê berdewam bike.