Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Biryara li ser doza li dijî rojnamevan Demîr wê sibe bê eşkerekirin

Rûniştina doza li dijî rojnamevan Arzû Demîr, ku ji ber pirtûkên wê "Dagin Kadin Halî" û "Devrîmîn Rojava Halî" lê hat vekirin, wê sibe li 13. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dewam bike.

Pirtûka "Dagin Kadin Halî - Çiya bi rengê jinê" piştî sal û nîvekê û pirtûka "Devrîmîn Rojava Halî - Şoreş bi rengê rojava" pirtî salekê hatin berhevkirin.

Nûçegihana ETHA û ANF'ê Arzû Demîr, ji ber van her du pirtûkên xwe, wê sibe careke din derkeve pêşberî dadgehê.

Rûniştina sibe wê saet di 09:50 de li 13. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk were.

Dozgerê Tirk Omer Kayakaya îdîa dike, ku rojnamevan bi van her du pirtûkên xwe "propaganda rêxistinê kiriye" û dixwaze cezayê girtîgehê lê bê birîn.

Di rûniştina sibe de, piştî parastina parêzeran, tê payîn ku heyeta dadgehê biryara xwe eşkere bike.