Biryara domandina rehîngirtina girtiyên giran nexweş Ozkan hate dayîn

Girtiyê giran nexweş Mehmet Emîn Ozkan dîsa nehate berdan.

Li navçeya Licê ya Amedê, ji ber kuştina Fermandarê Cendirmeyan ê Herêma Amedê Bahtiyar Aydin  a di 22'ê cotmeha 1993'an de cezayê muebbetê li girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî hatibû birîn. Di çarçoveya ji nû ve darizandinê de danişîna Ozkan li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edenê pêk hat. Ozkan, ji girtîgehê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû û parêzerên wî Yakûp Ataş û Tûgay Bek jî li danişînê amade bûn. Ji ber ku pirsgirêkên bihîstin û fêmkirinê dijî Ozkan nikaribû parastina xwe bike. Li ser pirsa serokê dadgehê, gardiyanê li cem Ozkan ev bersiv da: "Nikare we fêm bike û bibihîze."

Parêzerên Ozkan jî di danişînê de mafê axaftinê girtin û xwestin ku rewşa Ozkan a tenduristiyê li ber çav bê girtin û daxwaza berdana wî kirin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran red kir û angaşt kir ku Doza Licê ya li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê tê dîtin nehatiye bidawîkirin. 

Heyeta dadgehê biryara berdewama girtina Ozkan da û danişînê taloqî 21'ê Kanûnê kir.