Biryara berdana Gokçek hate dayin

Têkildarî endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ê di rojiya mirinê de ye biryara berdanê hate dayin.

Endamê Grûmp Yorûm Îbrahîm Gokçek ê li Girtîgeha bi Hejmara 9'emîn a Sîlîvriyê girtî ye, di rojiya mirinê de ye. Têkildarî Gokçek biryara berdan hate dayin.

Piştî ku rapora Saziya Tipa Edlî ya bi tespîta "ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nabe ku li girtîgehê bimîne" gihîşt dadgehê, biryara berdana wî ji aliyê 37'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hate dayin.

BERXWEDANA WAN DIDOME

Çalakiya Îbrahîm Gokçek ku greva birçîbûnê di roja 199'an de veguheran rojiya mirinê di roja 251'ê de ye. Helîn Bolek jî ku greva birçîbûnê di roja 213'an de veguherand rojiya mirinê çalakiya xwe 249 roj in didomîne.