Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Espiye û Bafrayê

OHD’ê ragihand ku li Girtîgeha Tîpa L a Espiye û Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê gelek binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin. Li girtîgehên ku dijminatiya Kurdan tê kirin, mafê tenduristiyê jî tê binpêkirin.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Mêrdînê rapora xwe ya 6 mehan a binpêkirinên mafan ên Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê û Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsunê eşkere kir. Rapor, li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hate eşkerekirin. Rapor, ji hêla Bêrîvan Orhan ve hate xwendin. 

Di raporê de hevdîtinên bi girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê re hatine kirin, hatin vegotin û binpêkirin wiha hatin rêzkirin: “Lêgerîna nava dev di nava 2 salên dawî de pir zêde tê kirin û girtiyên vê red dikin jî bi tu awayî naçin nexweşxaneyê. 

*Ji ber helwesta hişk a Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeyên girtiyan her tim tên taloqkirin, heta girtiyên 30 salî jî nayên berdan. Di nav sê mehan de 7 girtî ji ber sedemên razber, dijhiqûqî û halê nebaş ên Lijneyê 6 meh berdana wan hat taloqkirin. 

* Di 12.02.2024'an de midûrê saziyê, bi 50 gardiyan re çûne qawîşan û ji girtiyên di greva birçîbûnê de re gotine, 'yan hûnê dev ji grevê berdin yan jî em ê we hemûyan bixin odeyên cuda û tecrîd bikin'. Gef li wan hatine xwarin. 

* Lijneyê ava paqij a vexwarinê nade. Girtî avê ji kantînê dikirin. 

* Di heyama greva birçîbûnê de ava fêkiyan nedane girtiyan û girtiyan bi derfetên xwe kirîne. 

* Gardiyanek ku ji tenduristiyê fêm dike şopandin  tenduristiya girtiyên di grevê de bûne, kiriye. 

* Girtî A.Z. ê 32 sal in girtî ye, bûye 50 kîlo û nexweşiya epîlepsî û gelek nexweşiyên kronîk lê peyda bûne û tevî van nexweşiyan jî nayê berdan. Ji ber lêgerîna nava dev wî nabin nexweşxaneyê. 

* Girtî R.E. tevî ku rapora wî ya astengdariya zihnî heye jî nayê berdan. 

* Tiştên li kantînê biha ne û fatûreyên ceyranê zêde tên. Ev jî şertên aborî yên girtiyan dixe zorê. 

* Girtiyan ragihand ku nameyên wan ên Kurdî tên sansûrkirin. 

* Weşanên Kurdî bi hinceta ku di lîsteya Wezaretê de tune ne, nadin girtiyan. Weşanên din jî wek rojnameyên Yenî Yaşamê û Evrenselê dereng didin girtiyan. 

* Li kêleka girtîgehê kana xîzê heye û dûmanê wê tim tê qawîşan. Ji ber dûmana kana xîzan paqijî tune ye û dengê kanê girtiyan aciz dike. 

* Girtî ji bajarên xwe dûr in û malbat daxwaz dikin ku zarokên wan biçin nêzî wan, lê daxwaz nayên qebûlkirin."

Binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa T a Bafraya Samsûnê jî wiha ne: 

* Lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin û ji ber vê yekê girtî nikarin biçin nexweşxaneyê. 

* Di hevdîtinên bi îdareyê re yên 3 mehên dawî ku tên kirin; tê xwestin dema midûr diaxive divê girtî rabin ser pêya û dema axaftin biqede rûnên. 

* Hate ragihandin ku bi helwesta hişk a Lijneya Çavdêrî û Îdareyê berdana girityan her tim bi awayekî tê taloqkirin û girtiyên 30 salan jî nayên berdan. 

* Hate ragihandin ku di salên dawî de girtî tenê birine psîkolog, ew nebirine Lijneya Çavdêrî û Îdareyê lê belê weke ku we biribin lijneyê kirarî hatine kirin û berdana wan herî kêm 6 mehan hatiye taloqkirin. 

* Hate ragihandin ku kontrola tenduristiyê ya kesên di greva birçîbûnê de nava hefteyê tê kirin dawiya hefteyê nayê kirin. 

* Hate ragihandin ku aktîvîteyên civakî yên girtiyan hema bêje bi temamî hatine rakirin. Aktîvîteyên sporê di mehê carekê de û aktîvîteya atolyeyê jî hefteyê du caran tên kirin û ji bilî van tu aktîvîteyên din nayên kirin. 

* Hate ragihandin ku dema qawiş tên guhertin gelek nîşe û lênûskên şexsî hatine desteserkirin û yên kurdî hêj nedane wan. 

* Girtiyekî sûriyeyî ragihand ku ji aliyê dadgehê ve ji wî re wasiyek hatiye tayînkirin lê wî wasiyê îltîcayî Ewropayê kiriye û niha wasiyê wî nîne.”