'Binpêkirina mafên mirovan êdî sebra girtiyan difûrîne'

Ji OHD'ê parêzer Veysî Eskî diyar kir ku saziyên hiqûqê divê li ber binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan rabin û got, "Binpêkirina mafên mirovan bi taybetî ji aliyê girtiyên siyasî ve êdî nema tê îdarekirin."

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Veysî Eskî li ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan ji ANF'ê re axivî.

Parêzer Eskî ragihand ku bi guhertina li qanûna înfazê re şert û mercên girtiyên siyasî girantir bûne û diyar kir ku guhertina qanûnê bi nêta nebaşiyê hatiye kirin.

'MAFÊN MUXALEFETÊ TÊNE KÊMKIRIN'

Parêzer Veysî Eskî anî ziman ku qaşo guhertinên destûra bingehînî yên desthilatdariyê li girtiyên siyasî encamên giran bi xwe re anîne û wiha dewam kir; "Desthilatdariya siyasî di guhertina destûra bingehîn û qanûnî de bi nêteke nebaş tevdigere. Heta niha aliyên erênî timî li nava raya giştî daye nîqaşkirin û bi vî rengî mafên muxalefetê timî kêm kiriye. Herî dawî di qanûna înfazê de jî ev yek hate dîtin. Weke qanûna efûyê da nîqaşkirin, lê di encamê de çete û sûcdarên edlî berda û berdana bi hezaran girtiyên siyasî jî ji wijdanê Desteyên Çavdêriya Girtîgehê re hiştin.

Desteyên Çavdêriyê yên li Girtîgehan jî ji hiqûqnasan pêk nayên û weke yekîneyeke nû ya dadgeriyê hatin wezîfedarkirin."

Parêzer Eskî bal kişand ser amadekariyên ji bo bicihkirina cîhazên deng û dîmen li nava koxûşan û destnîşan kir ku ev yek wê bibe binpêkirina qada taybet.

Eskî got, "Bicihkirina van cîhazan li koxûşan tê wateya binpêkirina mahremiyetê. Li cihên guncaw dikarin bên bicihkirin. Naxwe eger li koxûşan bê bicihkirin wê timî mirov bên şopandin û ev yek jî wê bandoreke giran a derûnî li girtiyan bike."

'SEBRA GIRTIYÊN SIYASÎ TÊ FÛRANDIN'

Endamê Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê Parêzer Veysî Eskî got, "Rêveberiya girtşîgehê bi biryarên xwe yên kêfî, girtiyan tecrîd dike" û herî dawî wiha axivî, "Ji xwe bi hezaran ji girtiyan bi rengekî ku li dijî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn li girtîgehên ku bi hezaran kîlometreyî dûrî malbata xwe ne tên hiştin.

Ev pêkanîna ku weke biyodesthilatdarî tê pênasekirin û desthilatdariya li ser beden û ruhê mirovan nîşan dide, ji ber ku hem li koxûşan hem jî li odeyan tê ferzkirin, her wiha mafê hevdîtinê ya girtiyên siyasî bi rengekî kêfî asteng dike, li dijî xala 8'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye, binpêkirina xalên 3 û 14'emîn ên heman peymanê ye. Divê raya giştî ya demokratîk, baro û saziyên hiqûqê li ber vê rêvebernameyê rabin û têbikoşin. Kiryarên li girtîgehan bi taybetî sebra girtiyên siyasî difûrînin."