Binçavkirin li Manîsanê hate şermezarkirin

Li Tûrgûtlûyê, li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak çalakiya protestoyî hate lidarxistin.

Rêxistina HDP'ê ya navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê, ji bo şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, li ber avahiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê.

Hevserokê HDP'ê yê Manîsayê Ahmet Ertaş li vir daxuyanî da û diyar kir, polîtîkayên şer ji bo hikûmeta AKP'ê bûye hêvî.

Ertaş destnîşan kir, ku ew ê li dijî polîtîkaya serîtewandinê li ber xwe bidin û got, "Em heta niha bi hev re li ber vê zilmê rabûn û ji niha û pê ve jî em ê li ber xwe bidin. Bi girtinê, bi komkujiyan hûn ê nikaribin vê pirsgirêkê çareser bikin. Lê hûn ê ti carî ji dayîna hesabê vê yekê nefilitin."

Piştî daxuyaniyê, girseya gel ji bo 5 deqeyan çalakiya rûniştinê lidar xist.