Bîlgen: Êrîşa li dijî Amedsporê êrîşeke ji rêzê nîne

Serokwekîlê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen êrîşa nîjadperestî ya ku li Sakaryayê li dijî Amedsporê hate kirin êrîşeke tekane nîne û got, ev yek beyana îradeyê ya rêveberiya polîtîk e.

Di hefteya 7'an a Lîga 2. a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de roja 13'ê Cotmehê tîmên Amedspor û Sakaryaspor li Stadyûma Ataturk a Sakaryayê derketin hemberî hev. Beriya maçê bi qasî nîv saetê li stadyûmê strana "Olurum Turkiyem-Tirkiyeya min, ez li ser te dimirim" lêxistin.

Li ekranên mezin ên li stadyûmê jî dîmenên operasyonên leşkerî hatin nîşandan. Di wê kêliyê de alîgirên tîma Sakaryasporê êrîş birin ser kulûbeya Amedsporê. Tîm û alîgirên Sakaryasporê piştî maçê jî ketin odeya xweamadekirinê ya Amedsporê û êrîş birin ser lîstikvan û tîma teknîkî ya Amedsporê.

Tîma Amedsporê êrîşa li wan hate kirin, bi rêya Twîtterê parve kir. Serokwekîlê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen nerazîbûn nîşanî vê êrîşa nîjadperestî ya li Amedsporê hate kirin da. Bîlgen destnîşan kir ku divê spor xizmetê ji nirxên gerdûnî û aştiyê re bike, lê belê li Tirkiyeyê rewşeke berovajî vê yekê heye.

ZIMANÊ ŞER, SPORÊ JÎ DIHERIMÎNE

Bîlgen bal kişand ser dîmenên operasyonên leşkerî yên di dema vê maçê de hatin nîşandan û got, ev yek jî radixe pêş çavan bê zimanê şer ê li qada siyasetê tê bikaranîn, ji bo herimandina sporê jî tê bikaranîn.

Bîlgen da xuyakirin ku mesele êrîşkariyeke şexsî û tekane nîne û got, êrîş beyana îradeyê ya rêveberiya polîtîk e. Bîlgen wiha pê daket: "Muzîkên li stadyûmê hatin lêxistin û dîmenên hatin nîşandan, nêzîkatiya nîjadperest e ku cihêkariyê teşwîq dike."

Bîlgen, hewldanên lînçê û kuştina mirovan bi komî yên demên berê bi bîr xist û got, lewma ev bûyera qewimiye cihê tirs û fikaran e. Bîlgen destnîşan kir, ya ku hatiye kirin nêzîkatiyeke bi zanebûn û plankirî ye.

ÊRÎŞ LI DIJÎ CIVAKÊ HATIYE KIRIN

Bîlgen got, Komîsyona Sporê ya HDP'ê li ser vê provokasyonê ketiye nava hewldanan û anî ziman, endamên desteya rêveberiyê ya federasyonê ku ew pê re axivîn, ji wan re gotine ku ew mijarê lêkolîn dikin û wê roja Çarşemê daxuyaniyekê bidin.

Bîlgen da xuyakirin ku wê mijarê bixin rojeva Civata Giştî ya Meclîsê û komîsyonan û got, "Ev êrîş nîşan dide bê pratîka ku her kesî bi 'terorîstî' û 'cihêkariyê' sûcdar dike, civak çawa parçe kiriye û rê li ber şîdetê vedike."

Bîlgen işaret bi girîngiya xwedîderketina li Amedsporê kir û got, "Ji ber ku êrîş ne tenê li kulûbeke sporê hatiye kirin. Êrîş li çandekê, li civakekê hatiye kirin."