Bîlançûya şerê Sûriyê: 130 hezar kes mirine

Bîlançûya şerê Sûriyê: 130 hezar kes mirine

Li Sûriyê di pevçûnên ku ji Adara 2011’an ve destpê kirine heya niha nêzî 130 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

Referansa bingehîn a medyaya Rojava a li ser pevçûnê Sûriyê ku li gorî bîlançûyekî nû a Mala Çavnêriyê Mafê Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Londra ye ji Adara 2011’an heya niha di şerên di navbera komên çekdar û rejîmê de nêzî 130 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye.

Ji nava ne ku di serî de 7 hezar zarok û 4 hezar û 600 jin heyîn hate ragehandin ku herî kêm 46 hezar û 266 sivîlîn. Li gorî bîlançûyê herî kêm 52 hezar û 290 leşker û şervanên alîgirê rejîmê di van pevçûnan de mirine. Ji vana 262 endamên Hizbûllaha Lûbnanê û 286’ên din jî ku ne Şîî ne, şervanên cuda ne hat diyar kirin. windahiyên artêşa Sûriyê nêzî 32 hezaran hate diyar kirin.

Komên çekdar yên piştgiriya xwe ji Rojava digirin û weke “Serhildêr” tên bi navkirin oldarên radîkal û komên El Qaîdê 29 hezar 83 kes hate diyar kirin. Ji vane 20 hezar “serhildêr”, 7 hezar “cîhatperest” El Qaîdeyî û 2 hezar û 233 kesên ku ji artêşa Sûriyê reviyane û yekîneyên şervanan çêkirine, hat diyar kirin.

Bîlançûya Mala Çavnêriyê ku nasnameya 2 hezar û 794 kesên din diyar nekiriye jî cih digire. Mala çavnêriyê ku diyar kir bîlançûya rast a şerê Sûriyê hîn girantire diyar kir ku herî kêm 17 hezar kes di girtîgehên rejîmê de têne ragirtin, 6 hezar leşker û milîsên aligirê rejîmê di destê komên çekdar dene.