Bîlançoya çalakiyên yekîneyên Tolhildanê

Yekîneyên Tolhildanê bîlançoya çalakiyên di meha Adarê de eşkere kir û diyar kirin ku wê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzma AKP û MHP’ê geştir bikin.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Savaş Amed, Şehîd Sakîne Cansiz û Şehîd Baran Dêrsim bîlançoya çalakiyên meha Adarê eşkere kir.

‘GEL LI PEY TENDIRUSTIYÊ FAŞÎZM LI PEY DESTESERKIRINÊ YE’

Di daxuyaniya nivîskî de ev tişt hate diyarkirin:

“Faşîzma AKP û MHP’ê ya ku di her firsendê de êrîşî gelê Kurd dike, îro jî dema ku hemû dinya li dijî vîrusê têdikoşe, faşîzm jî êrîşî gelê Kurd dike. Gel ji bo tendirustiya xwe difikirin lê faşîzma AKP û MHP’ê hesabê êrîşan dike. Faşîzmê dîsa şaredariyên gelên me desteser kirine, operasyonên xwe yên siyasî û leşkerî li her dera Kurdistanê didomîne. Faşîzm di heman demê de mafê jiyanê yê li girtîgehan tune dihesibîne.

Em ê ji aliyekî ve çalakiyên xwe bidomînin û ji aliyê din ve jî em ê li dora Rêbertiya xwe xeleqeke agir ava bikin. Em diyar dikin ku em ê her kolanê bi ruhê Amarayê bikin qadên berxwedanê. Heta ku Rêbertiya me azad bibe, wê çalakiyên me bidomin. Wê hemû kelehên faşîzma AKP û MHP’ê û sazî û kesên ku piştgiriyê didin wan, wê bibin hedefa me.

Em careke din bîr û baweriya xwe bi ‘Çi dibe bila bibe wê encam mûhteşem be’ diyar dikin.

BÎLANÇOYA ÇALAKIYAN

1’ê Adarê: Li Taxa Yali ya Kartala Stenbolê wesayîta luks a endamê meclîsa navçeyê ya AKP’ê hate şewitandin.

1’ê Adarê: Bi bombeyên bi destan hatine çêkirin li Taxa Xaçort a Rêya Hevrîşmê ya Wanê li polîsên dagirker ên dewriye hatin xistin. Hejmara mirî û birîndaran nehate tespîtkirin.

1’ê Adarê: Li Taxa Îstasyonê ya Tûşbaya Wanê bi teqemeniyên destan rêya trênê û wagonên wê hatin derbekirin.

2’ê Adarê: Li Circir a Alîbeykoya Stenbolê du wesayîtên AKP’yiyan hate şewitandin.

2’ê Adarê: Bi teqemeniyên bi destan li dijî qereqola polîsan a Sûra Amedê çalakî hate lidarxistin.

4’ê Adarê: Li Gazîosmanpaşaya Stenbolê du wesayîtên faşîstan hate şewitandin.

6’ê Adarê: Li Taxa Lalebey a Sûra Amedê li dijî firoşkarên tiryakê çalakî hate lidarxistin, ceza li firoşkaran hate birîn.

8’ê Adarê: Li Taxa Bostanîçî ya Wanê wesayîta kesê bi navê Şahîn Dînlî yê bi dewletê re dixebitî, hate şewitandin.

8’ê Adarê: Li Yenîmahalleya Wanê Di 4’ê Adarê de serokê rawestgeha Yenîmahalle ya Wanê propagandayeke qirêj li gelê me kiriye. Li dijî mala vî kesê bi navê Nadîr Daday çalakî hatiye lidarxistin.

Yekîneyên me di heman rojê de wesayîta faşîstê bi navê Fahrettîn Daday jî şewitandiye.

10’ê Adarê: Li Taxa Şehîtlîkê a Yenîşehîr Amedê yekîneyên me teqemenî avêtiye mala kesê bi Alî yê ku tiryakê difiroşe. Bi teqemeniyên destan û çekên ferdî li dijî mala vî kesî ya li pişt Nexweşxaneya Benûsenê jî çalakî hatiye hatiye lidarxistin.

10’ê Adarê: Li Eyuba Stenbolê du wesayîtên luks ên karsazekî AKP’ê hatiye şewitandin.

13’ê Adarê: Li Stenbolê 9 wesayîtên faşîstan hatin şewitandin.

14’ê Adarê: Li Derê Mêrdîn a Sûra Amedê bi teqemeniyên bi destan li dijî benda polîsan çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de notirvanek birîndar bû.

14’ê Adarê: Li Kolana 696’an a Taxa 5 Nîsanê ya Amedê bi çekên ferdî û teqemeniyê li cihekî qumarê çalakî hate lidarxistin.

14’ê Adarê: Li ser rêya Zanînge ya Amedê bi teqemeniyên destan li dijî wesayîta polîsan çalakî hate lidarxistin.

14’ê Adarê: Li Melîkehmeda Amedê marketa BÎM’ê hate şewitandin.

15’ê Adarê:Li Taxa Karayollari ya Gazîosmanpaşaya Stenbolê 5 wesayît, li Taxa Yali ya Kartalê jî 3 wsayîtên AKP’yiyan û li Cebecîkoya Sûltangazî jî wesayîtek hate îmhakirin.

16’ê Adarê: Li Pazaryerî ya Stenbol-Kadikoy wesayîteke MHP’î hate şewitandin û rûxandin.

18’ê Adarê: Li dijî notirvan û polîsên Tirk ên li baxçeyeke dibistana Atatûrk a navçeya Rezan a Amedê çalakiyeke bi bombeyên destan û çekên ferdî hate kirin. Di encama çalakiyê de polîsek mir û 2 polîs j birîndar bûn.

18’ê Adarê: Li Sîlîvrî ya Stenbolê avahiyeke ya fuhûşê dike çalakiyeke ya sabotajê hate kirin û ziyaneke mezin gihişte avahiyê. Heman rojê rêya E-5 ya Stenbol Ewropa hate girtin.

19’ê Adarê: Li Bagcilar a Stenbolê 2 wesayîtên AKP’î hatin şewitandin.

20’ê Adarê: Li Çinardere ya Pendîk a Stenbolê otobûseke girêdayî faşîstan hate şewitandin.

20’ê Adarê: Li 21 nuqteyên cuda yên li Wanê agirê Newrozê hate pêxistin. Li dijî hêzên polîsan ku xwestin mudaxele bikin jî hêzên me bersiv da kir ku polîsên dagirker piştve birevin.

21’ê Adarê: Li dijî qereqola polîsan a li taxa Bostanîçî ya Îpekyolû ya Wanê çalakiyeke bi bombeyên destan û çekên ferdî pêk hat.

21’ê Adarê: Li stasyona Tûşba ya Wanê û taxa Yali wesayîteke polîs û cerdevanan hate şewitandin.

21’ê Adarê: Li Esenler a Stenbolê atolyeke ya tekstîl a hevkaran hate şewitandin ziyaneke mezin gihişte atolyeyê.

21’ê Adarê: Li taxa Gazîler a Peyîzava a Amedê bi bombeyên destan li dijî wesayîta polîsan çalakiyek hate kirin û guleyên hewayî hatin avêtin.

22’ê Adarê: Li Sûltanbeylî ya Stenbolê du mînîbûsên aîdî hevkaran hatin şewitandin.

22’yê Adarê:Li taxa Çakmak a Umraniye ya Stenbolê 4 wesayîtên AKP’î hatin şewitandin.

25’ê Adarê: Li taxa Ziya Gokalp a Sûr a Amedê li dijî kesê bi nasnavê ‘Sari’ ê madeyên hişber difirot çalakiyeke bi bombeyên destan hatiye kirin. Dîsa heman rojê li Taxa 5 Nîsan a Rezanê rê li trafîkê hatiye girtin. Li Bismil ê jî li du nuqteyên cihê rê hatin girtin û demkî şer bi polîsan re hatiye kirin.

27’ê Adarê: Li Taxa Esentepe ya Sûltangazî ya Stenbolê li du nuqteyan rê hate girtin û li dijî polîsên ji bo mudaxeleyê jî hatin hêzên me xwe parastin. Di encama vê de du polîs birîndar bûn.

27’ê Adarê: Li Taxa Mûstefa Kemal a Umraniye ya Stenbolê li dijî avahiyek ya faşîstan çalakiyeke ya sabotajê hate kirin û ziyanek mezin ber avahiyê ket.

28’ê Adarê: Li Taxa Kuçukkoy a Sûltangazî ya Stenbolê wesayîtek û maleke ya AKP’iyan hatin şewitandin.

28’ê Adarê: Li Taxa Xaçort a Îpekyolû ya Wanê hêzên me rê girtin û li dijî tecrîdê nirxandin kirin. Her wiha li dijî polîsên ji bo mudaxeleyê jî hatin şer kirin. Dîsa heman rojê li taxa Karşiyaka rê li trafîkê girtin û xebatên propagandayê kirin.

29’ê Adarê: li Taxa Şabaniyê ya Ertemêtan a Wanê jî li dijî maleke ya cerdevanan bombeyên destan û çekên ferdî çalakiyek kirin.

29’ê Adarê: Li Taxa Bostanîçî ya Îpekyolû ya Wanê li dijî qereqola polîsan bi bombeyên destan û çekên ferdî çalakiyek kirin.”