‘Bila tecrîd were rakirin û Leyla bijî’

Li gelek navçeyên Stenbolê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo balkişandina berxwedana grevên birçîbûnê meş hatin lidarxistin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiribû. Ji 16’ê Kanûna 2018’an û vir ve jî bi hezaran girtî tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûn. Di 30’ê Nîsanê de jî 15 girtiyên PKK û PJAK’ê dest bi rojiya mirinê kirin.

Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Girtîgeha Gebzeyê li hemû bajara belav bû. Îro jî HDP’ê li Şîrînevlera Stenbolê meşek li dar xist. Gelê li derdorê jî piştgirî dan meşê. Girseyê sloganên ‘Bila tecrîd were rakirin û Leyla bijî’ berz kirin. Girseyê berdilk li xwe kirin yên ku wêneyên Leyla Guven li ser wê heye.

Li Bakirkoya Stenbolê jî çalakiyek hate lidarxistin. Gelek tevlî meşê bûn û berdilk li xwe kirin ên ku wêneyên Leyla Guven li ser wê heye.

Li Qada Marmarayê ya Avcilarê jî HDP’ê û xizmên girtiyan meşek li dar xistin.