Bila PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ a YE’yê bê derxistin
Bila PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ a YE’yê bê derxistin
Bila PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ a YE’yê bê derxistin
Li paytexta Norwec Osloyê konferansa bi mijara 'di pirsgirêka kurd de çareseriya demokratîk û bandora wê ya li ser Rojhilata navîn' hat li darxistin û di konferansê de hate xwestin ku navê PKK’ê ji “lîsteya rêxistinên terorîst” a Yekitiya Ewropayê bê derxistin.
Parelementera BDPê Nursel Aydogan û li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nilûfer Koç beşdarî konferansê bûn.
Aydogan bal kişand ser polîtîkayên BDPê yên di pêvajoya çareseriya Demokratîk de got: “Li Rojhilata Navîn gelek rêngên cuda dijîn, ji bo ku gelên rojhilata navîn bi awayekî aşîtiyane bijîn, projeya xweseriya demokratîk mumkune.
Li ser navê KNKê jî Nîlufer Koç tevlî Konferansê bû. Koç diyar kir ku ev pêvajo ku ji aliyê rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, wê bandorê li ser hemû Rojhilata navîn bike.
Ji zanîngeha Tel Avîvê profesor Orfa Bengio weke axaftvan beşdar bû û tesbîtên girtîn kir: “Êdî gotin û polîtîkayên berê hilweşiyan. Berê kesê Kurdan nîqaş jî nedikir; lê niha ne wisa ye. Cîhan li ser Kurdan diaxivin. Li Başûrê Kurdistanê destkeftî hene, li Rojava jî wisa ye. Li Bakûrê Kurdistanê jî pêşketinên wiha hene. Êdî cîhan vana dibîne. Tirkiye berê li dijî Başûrê Kurdistanê jî bû, lê niha qebûl bike. Dê Bakûr jî qebûl bike.
Bengîo diyar kir ku êdî wezîfe dikeve ser milê dîasporaya Kurdan û got ku Kurd êdî ne mexdûr in, êdî aktor in.