'Bila hikûmet hewldana çareseriyê pûç neke'
'Bila hikûmet hewldana çareseriyê pûç neke'
'Bila hikûmet hewldana çareseriyê pûç neke'
Li Dêrik, Wêranşar, Pirsûs, Peyas û Erdîşê ji bo şaredar û siyasetmedarên kurd ên hatine girtin serbest bên berdan, li ber şaredariyan çalakiyên Pêncşema Reş pêk anîn. Di çalakiyan de hat xwestin ku hikûmet gavên çareseriyê bavêje û pêvajoya çareseriyê pûç neke.
Li navçeyên Wêranşar û Pirsûsê yên Rihayê, Navçeya Dêrika Mêrdîn, Peyasa Amedê û Eganîsa Erdîşa Wanê her hefte ji bo şaredar û siyasetmedarên girtî serbest bên berdan, çalakiyên Pêncşema Reş tên lidarxistin. Vê hefteyê jî çalakiya 185'an hat lidarxistin. Di çalakiyan de wêneyên şaredarên girtî û "Vîn nayê girtin" hatin vekirin. Di çalakiyan de rêveberên BDP'ê, endamên meclisa şaredariyan, nûnerên Tum Bel-Sen, Genel Îş, rojnameger, nivîskar, nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Di çalakiyan de hat xwestin ku siyasetmedarên kurd ên ji doza KCK'ê tên darizandin serbest bên berdan û hikûmet gavên çareseriyê bavêje. Nûnerên şaredariyan xwest ku êdi hikûmet li dijî pêvajoyê tevnegere û hewldana çareseriyê pûç neke.
Çalakiyên ku hatin lidarxistin bi rûniştina 5 deqeqeyan bi dawî bû.